Fotograf: Joe Biden / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Vilnius, paytexta Litvanyayê Civîna Serokdewlet û Serokwezîrên welatên endam ên NATOyê li dar dikeve. Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYAyê Joe Biden liv ir hatine ba hev.
Di dema civîna herdu serokan de Erdoganî spasiyên xwe pêşkêşî Bidenî kir ku piştî di hilbijartinê de ji bo Serokomariyê careke din hatibûn hilbijartin, Bidenî bi rêya telefonê ew pîroz kiribû.
Erdoganî gotiye: “Li gorî nêrîna min, di nava mekanizmaya stratejik de êdî doz hatiye gotûbêjên di navbera serokdewletan de. Li gorî nêrîna min, ev hevdîtin ya di çarçoveya NATOyê de, weke gava yekem a vî karî ye. Hevdîtinên me yên beriya niha mîna amadekariya vê bûn lê em niha pêvajoyeke nû didin destpêkirin. Helbet ji bo min ev pêvajoya nû, pêvajoyeke pênc salî ye, niha li ba we jî amadekariyên hilbijartinê hene. Bi destpêkirina vê hilbijartinê re, ez ji niha de serkeftinê ji we re di xwazim.”
Serokê DYAyê Joe Bidenî jî ji ber Tirkiye wê protokola beşdariya Swêdê ya ji bo NATOyê bişîne Parlamentoyê, kêfxweşiya xwe aniye ziman.
Hevdîtina her du serokan saet û 15 deqîqeyan domandiye.
Piştî vê hevdîtinê Joe Bidenî li ser hetabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Tiştekî newaze bû ku di dema Civîna NATOyê de li Lîtvanyayê careke din ez û Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî hatin bav hev.” (VC/FD)