Erdogan û Barzanî li Dubaiyê civiyan
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî li Dubaiyê di Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanê de civiyan.
![Erdogan û Barzanî li Dubaiyê civiyan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/13/erdogan-u-barzani-li-dubaiye-civiyan.jpg)
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî li Dubaiyê civiyan.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li bajarê Dubaîyê yê Mîrnişînên Ereban ên Yekbûyî bi sernavê “Teşedayîna Hikûmetên Pêşerojê” Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanê hat lidarxistin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Iraqê Mesrûr Barzanî di lûtkeyê de civiyan.
Her weha Berpirsyarê Ofîsa Têkiliyên Karên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî jî di hevdîtinê de amade bû.
(AY)