Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokkomarê Tirkiyeyê duhî li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî(NY) li ser mijarên çekên nûkleer, rewşa koçber û penaberan tevgerên Îsraîlê û kiriyrên NYyê axiviye.
Ewlehî
"Li gor min ku ewlehiya me herkesî tune be, divê em bizanibin ewlehiya me tu kesî nîne û lazim e pişta xwe nedin vê rastiyê."
Ez li hizûra we dubare dikim, dinya ji 5an mezintir e. Dema guhertina nêrîna me, saziyên me, rê û rêzikên me ji zû va hatiye."
Çekên nûkleer
"(Çekên nukleerê) Divê an ji bo hemûyan serbest an ji bo hemûyan qedexe bin, em vê pirsgirêkê di çarçoveya edaletê de çareser bikin.
“Ez hemî welatan vedixwînim bila piştgiriyê bidin polîtîka û pêngavên me yên ku bingeha wan li ser edalet, ehlaq, wicdanê hatine danîn."
"Li Konseya Ewlehiyê ya NYyê divê em tavhal reformên mayînde ên li gor edalet û heqaniyetê pêk bînin.
Sûrîye
“Ji bo tesîskirina yekîtiya ax û siyasî ya Sûriyeyê ya ku em krîtîk dibînin, lazime komîteya destûra bingehîn aktîf û berdar were xebitandin."
"Dinyayê pir zû Aylan ji bîr kir. Tu carî ji bîr nekin rojekê heman bûyer dibe ku were serê we jî.
Koçber
“Di 8 mehên ewil ên salê de me 32 hezar koçberên bêdestûr ji fetisînê xilas kirin, 58 hezar koçber ên ji bilî Sûriyeyiyan vegerand welatên wan."
NY
“Biryarên derbarê Îsraîlê de yên NYyê, Konseya Ewlehiyê nakevin rewacê. Wisa be gelo NY bi kêrî çi tê? Heke em bi biryarên ku hildidin tesîrê nekin ew ê edalet li ku derê temerkuz bike."
"Em talibê wezîfeya Serokatiya Lijneya Giştî ya 75emîn in, me Serokê Komîsyona Karê Derva yê TBMMyê, Serbalyoz Volkan Bozkir namzed nîşan da."
"Ez bang dikim 15ê Adarê roja êrîşa Christchurchê çêbû ji aliyê NYyê ve wekî Roja li dijî Dijminatiya Îslamê Roja Piştgiriyê were îlankirin."
Erdogan ji bo hemû kesan aştî û azadî, ji bo hemû kesan firehî, ji bo hemû kesan edalet, ji bo hemû kesan pêşerojeke bi aram û ewle bang kir.
Erdogan ji bo hemû kesan aştî û azadî, ji bo hemû kesan firehî, ji bo hemû kesan edalet, ji bo hemû kesan pêşerojeke bi aram û ewle bang kir.
(MB)
bia kurdî û Sevim Hatun/AA