Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan îro di civîna koma partiya xwe ya parlamentoyê de axiviye.
Erdoganî di axavtina xwe de behsa teqîna ku di 13ê Çiriya Paşiyê li Taksîma Stenbolê pêk hatiye û êrîşên esmanî yên Tirkiye ji 19ê Çiriya Paşiyê û vir ve li dijî xata bakûrê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê pêk tîne kiriye.
Erdoganî behsa egera operasyoneke bejayî kiriye û gotiye: “Operasyonên ku me bi balafiran, topan û sIHAyan kiriye, bi tenê destpêkek e.”
Serokomarî, peyamên welatan ên sersaxiyê yên piştî teqînê hatine dayîn jî bibîr xistiye û gotiye: “Berteka kesên ku çalakiya Stenbolê bi giriyê derewan şermezar kirin, li dijî operasyonên yekser me paşê dan destpêkirin nîşan dan, rûyên wan ê rast derxistiye holê.
“Hatiye famkirin ku ew hêzên misoger kiribûn û gotibûn ji herêmên li Sûriyeyê di bin kontrolên wan de ne, wê ti gefek li welatê me neyê xwarin, sozên xwe bicih neanîne. Di dema ku ji bo me herî guncav de em ê terorîstan tepeser bikin.”
“Divê rêveberiyên Iraq û Sûriyeyê aciz nebin”
Erdoganî di axavtina xwe de behsa plana “xeta ewlehiyê” kiriye ku Tirkiye dixwaze tevahiya sînorê xwe yê başûr wê bixe nava xwe:
“Bi tevgerên dersînor yên me pêk anîne ji xwe me beşeke ji vê xetê pêk anî” û diyar kiriye ku ew ê ji Til Rifat, Minbic û Kobaniyê destpê bikin û “cihên mayî jî gav bi gav çareser bikin.”
Serokomar Erdoganî her weha ji rêveberiyên Sûriye û Iraqê jî daxwaz kiriye ku bila ji operasyonên Tirkiyeyê aciz nebin: “Bi van gavên em diavêjin wê yekgirtina xaka Iraq û Sûriyeyê ewle bibin.” (SD/FD)