Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê di dema vegera ji merasîma vekirina Kûpaya Cîhanê FIFA 2022an di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivandiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Erdogan têkildarî “Tevgera Esmanî ya Pence-Şûrê” weha gotiye:
“Niha li başûrê welatê me rêxistinên terorê hene ku plana gelek êrîşan dikin an jî êrîşan dikin û tehdîd dikin. Ev ji aliyê Iraqê jî hene, li aliyê Sûriyeyê jî hene.
“Operasyon wê tenê bi êrişa esmanî ve sînordar nemîne.” Divê hêzên bejayî çiqasî beşdarî vê bibin û yekîneyên me yên pêwendîdar, Wezareta me ya Parastinê û Serfermandariya me bi hev re biryarê didin; Em şêwra xwe dikin, paşê jî li gor wê gavên xwe diavêjin.
“Me beriya niha bi welatên ku li vir hene re têkiliyên dîplomatîk danîbûn û li gorî vê me gavên xwe avêtine û diavêjin.”
Her weha Serokomar Erdogan destnîşan kiriye ku wan têkildarî operasyona Pence-Şûrê bi Serokê Rûsyayê Putîn û bi Serokê Amerikayê Bidenî re ti hevdîtin nekirine û biryara operasyonê ew dikarin bi xwe bidin.
(AS/AY)