Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî li Stenbolê piştî nimêja Cejna Qurbanê ya li Mizgefta Hz. Aliyî derbarê mijarên rojevê de daxuyanî dan.
Erdoganî got ku cîhana Îslamê xemgîn ketiye Cejna Qurbanê û behsa pevçûnên li Sûriyeyê, Iraq û Arakanê kir.
Erdoganî ji bo nirxandinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macronî yên derbarê wî de got Wî “tam jê fam nekiriye ku xwestiya çi bibêje”:
“A rast ez nikarim şîroveya gotinên wî bikim. Divê vê ji birêz Macronî hîn bibin. Tiştek tenê heye ku ez wê dizanim; Heke ku ew daxwaza hevdîtinê dikin, ez dil nakim ku vê daxwaza hevdîtinê qebûl nekim. Ji ber ku ez dixwazim hejmara dostan zêde bikim û hejmara kesên ku bi nêrînên neyênî li me dinêrin kêm bikim. Lê ez di wan gotinên ku ji bo vê kovarê hatine gotin de tiştekî neyênî nabînim, lê hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê re ji bo wan nirxeke zêde dinirxînim”.
Hevdîtina herî dawî ya ku tê zanîn a di navbera Macron û Erdoganî de di 27ê Tebaxê de pêk hatibû. Serokomarê Fransayê bi rêya telefonê bi Erdoganî re axivî bû û ji wî xwestibû ku rojnamegerê Fransî Loup Bureau yê li Tirkiyeyê girtî serbest bimîne û w îbişînin Fransayê. (HK/FD)