Fotograf: Serokomarî/ Murat Çetinmühürdar
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ku roja çarşemê gotibû “Roja înê mizgîneyeke me heye”, îro ew tiştê ku wê bigota ji raya giştî re aşkere kiriye.
Erdoganî li Ofîsa Karî ya Dolmabahçeyê civînek li dar xistiye û wiha gotiye: “Tirkiyeyê mezintirîn keşfa xwe ya di dîrokê de li Behra Reş pêk aniye. 320 milyar metreküp xaza siruştî hatiye dîtin. Armanca me ew e ku di sala 2023yan de em vê xaza Behra Reş pêşkêşî gelê xwe bikin.”
Erdoganî axavtina xwe wiha berdewam kiriye:
"Enerjî ji xeynî hêmana sereke ya pêşketinê ji bona tesîskirina serxwebûna neteweyî jî zehf giring e.
"Di pişt gelek lîstikên li rojhilatê Deryaya Sipî tên lîstin da şerê parvekirina çavkaniyên enerjiye heye.
"Xwedayê me li cihekî din û him jî bi bereketeke mezin deriyek nû li me vekir.
"Pergala gerdûnî ya dijmirovî ku dilopeke neftê ji xwîna însanan bi qîmettir dibîne hê jî desthilatdar e.
"Tirkiyeyê di dîroka xwe da li Deryaya Reş keşfa herî mezin ya xaza siruştî kir.
"Di xebatên lêkolînê yên sîsmîk û lêgerînê de bi qasî serê derziyê em girêdayiyê derva nîn in.
"Me ev operasyon bi tevahî bi derfetên xwemalî bire serî.
"Fatîh, Keştiya Lêgerênê di sondaja 20ê tîrmeha 2020î da dest pê kiribû da li Bîra Tunayê 320 milyar metrekûp rezerva xaza siruştî keşf kir.
"Li gor daneyên ku ji bîrê derdikevin li heman herêmê îhtimala keşifkirina xaza siruştî ya nû heye.
"Armanca me ya sereke ew e ku di sala 2023an da em xaza Deryaya Reş pêşkeşî miletê xwe bikin.
"Em ê niha dest bi vekirina bîrên tesbîtê bikin û paşê jî konseptê eşkere bikin û dest bi avakirina sîstemê bikin.
"Piştî ku xaz hat derxistin û derbasî pergalê bibe em ê bi fiilî ji vê çavkaniyê îstifade bikin.
"Bi wasiteya keştiyên Fatîh û Yavuzê me hetanî niha li Deryaya Reş û Deryaya Sipî 9 lêgerînên kûr kirin. Di sondaja dawîn da bû nesîb em mizginiyê didin gelê xwe." (HA/FD)