Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê piştî serdan axwe ya DYAyê di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivandiye.
Erdoganî gotiye, “Ez dixwazim him Amerîka him jî Rûsya bibe dostê min. Cehda me ji bo vî tiştî ye.”
Erdogan wiha axiviye:
"Ji bona pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Amerîkayê da li gor siyaseta dualî û menfeetên neteweyî çareser bibin Trump di nav hewldaneke dilsoz da ye."
"Lazim e ku ez bêjim hin kesên li dijî Trump hewl didin ku têkiliyên me xirab bibin."
"Me got em dikarin patrîotan jî bikirin. Piştî kirîna vê teklîfa bi temamî rakirina S-400î em wek teserufa ser mafên me yên desthilatdariyê dibînin."
"(F-35) Me wezîfedarkirin temam kir, hêvî dikim di dawiya xebatan da em encamên baş hildin. Tevgera Trump jî êrênî û baş bû."
"(Têkiliyên bi Amerîkayê ra) Rêya çareserkirina cudahiya nêrînê diyaloga bi agahiyên rast e. Em ê bênavber xebatên ji bo vê bidomînin."
"Derbarê kiryarên FETO da me pirtûkeke bihûrgilî da hemû senatoran. Piştî vegerê em ê wekî set bişînin."
Mijara qirkirina Ermenan
"Bi taybetî der barê mijara Ermeniyan û bûyerên 1915an da min him agahî da Birêz Trump û him jî bi hûrgilî agahî da senatorên ku me li Qesra Spî hevdu dît. Min ji wan ra got heke bûyerên dîrokî bên siyasîkirin ev şaşiyeke mezin e."
"(Îadekirina Gulenê serkirdeyê FETOyê) Pêwendiyên di navbera Wezaretên Edaletê da didomin û wê berdewam bikin. Em ê dev jê bernedin û teqîb bikin."
"(Herêma ewledar) Em ê helwesta welatên NATOyê bibînin. Heke nêrîneke erênî hebe em dikarin li bakur ji bo korîdora aştiyê gava ewil bavêjin"
"Mimkûn nîne em dev ji S400an berdin û bi temamî berê xwe bidin Patrîotan. Me got 'Em Patrîotan jî bikirin.' Lê em ê S400an jî bikirin."
"(Îadekirina nameya Trump) Bertek nîşan nedan. Divê meriv ji Kiliçdaroglu ra jî bêje ku 'name hat îadekirin."
"Ez dixwazim Amerîka jî, Rûsya jî bibin dostên min. Hemû hewldanên me ji bo vê ye."
"(Daxuyaniyên Lîndsey Grahamê senatorê Amerîkayî yên dijî Tirkiyeyê) Min çi hewce dikin jê ra gotin. Îro dersa xwe hilda." (PT/FD)
Fotograf: AA