Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzi bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê duh bi şev (7ê Tebaxê) li gel Vladimir Zelenskiy, Serokdewletê Ûkraynayê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Civîn li Enqereyê li Koşka Serokomariyê pêk hatiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, beşek ji axavtina Erdoganî wiha ye:
* "Tirkiyeyê dagirkirina dijqanûnî ya Kirimê nas nekiriye û wê nas neke.
* Hêviya me ew e ku pevçûnên li Donbassê, ya li Rojhilatê Ûkraynayê di demeke nêz de bi dawî bibin. Em wisa bawer dikin ku ev biryar wê li gorî hiqûqa navnetewî û yekîtiya xaka Ûkraynayê wê bi aştiyane çareser bibe.
Hevdîtinên Tirkiye û DYAyê
Li ser pirsa ku gotiye hevdîtinên di navbera heyeta rayedarên Tirkiye û DYAyê de çawa dinirxîne, Erdogan wiha axivî ye:
* Gotûbêj sê rojan berdewam kiriye. Ev gotûbêj bi rastî jî di rêyeke erênî de berdewam kirin. Wê berdewam bikin helbet lê niha gavek tê avêtin. Ez ê behsa dîrokekê nekim lê me û amerîkayiyan bi hev re biryar da ku navendeke operasyonê ava bikin. Bi avakirina vê navendê rê wê pêvajoya li vir dest pê bike.
Ji Erdoganî re hatiye pirsîn ku “gava vê hatiye avêtin?” wî jî ev bersiv daye: “Em bi he vere gavan diavêjin. Li vêderê ya giring ew bû ku ev gav li Rojhilatê Feratê bê avêtin, ew jî digel Amerîkayiyan pêk tê.” (EMK/FD)
* Fotograf: Ajansa Anadolûyê