Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan beriya ku biçe Civîna NATOyê ya li Londonê, paytexta Ingilîstanê, li Balafirxaneya Esenbogayê ya Enqereyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Erdoganî di axavtina xwe de gotiye ku "Li gor gef û xetereyên roja îroyîn divê NATO xwe rojane bike” û wiha berdewam kiriye:
"Divê em hemû dewletên endam guherîneke ku wê li hember rêxistinên terorê helwesteke biryardar û baş derxe holê pêk bînin.
"Em hêvî dikin ku dewletên endam li alternatîfan negerin û di dewsa wê da xebatên ku NATOyê li hember gefên hevbeş zexim dike bimeşînin.
"Em dewleta tekane ne ku li Sûriyeyê dijî DEAŞê şer kir û rêxistin belawela kir.
“Hin derdor endamtiya me ya NATOyê nîqaş dikin”
"Her çiqas hin derdorên niyeta wan xirab, hewl didin endamtiya dewleta me ya NATOyê qirêj bikin jî helwest û ciyê me eşkere ye.
(Vetokirina verastkirina der barê santralên termîk da) Em saziyên ku nahêlin însanên me hewaya paqij hildin nadin xebitandin.
"Heke dostên me yên di NATOyê da yên ku em wekî rêxistina terorê dipejirînin û pê ra têkoşîna dijî terorê didin wek rêxistina terorê qebûl nekin bila li qisûrê nenêrin em ê li dijî hemû pêngavên ku li wir tên avêtin derkevin."
"(Mitebeqata bi Libyayê ra) Dibe ku bûyera Behra Sipî ya Rojhilat nika Fransayê aciz dike, xebata me bi Libyayê ra kir dibe ku wan aciz dike. Gava me avêt mafê desthilatdariyê yê Libya û Tirkiyeyê ye. Em ji bo mafê desthilatdariyê bi we ra nakevin nîqaşan. Em ê vê bi eşkeretî ji wan ra bibêjin. Em ê mafê xwe yê desthilatdariyê bi we ra nenirxînin."
Esper: Herkes gefan wek ku Tirkîye dibîne nabîne
Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Mark Esper berî Civîna NATOyê, ku îro wê destpê dike derbarê daxuyaniyên Tirkiyeyê de nirxandin kiriye.
Esperî da zanîn ku divê Tirkîyê rê li ber plana NATO ya bo berevanîya Polonya û welatên Baltik negire.
Medya navneteweyî ragihandiye ku ger Tirkîye ji bo planên xwe yên li Sûrîyeyê ji NATOyê piştgrîyê nestîne dê rê li ber planên wê yên bo Polonya û welatên Baltikê bigire.
Esperî dîyar kiriye ku gotinên Tirkîyeyê yên li ser gefên dijî wê ji alîyê dewletên din yên NATOyê ve nayê qebûl kirin û daye zanîn ku ew ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek ‘’rêxistineke terorî’’ nebînin:
‘’Herkes naxwaze ku li gor rojeva Tirkîyê tevbigere. Herkes gefan wek ku Tirkîye dibîne nabîne.’’ (FD)
Çavkanî: AA, Dengê Amerîka
Fotograf: Mustafa Kamacı – Ankara/ AA