Fotograf: Murat Çetinmühürdar / Serokomarî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) cejna rêveberên partiyên xwe yên yerêmî bi rêya vîdeo-konferansekê pîroz kiriye. Erdoganî di dema bernameyê de derbarê mijarên di rojevê de ne jî axiviye.
Recep Tayyîp Erdoganî gotiye ku ji roja duşemê û pê ve ew ê dest i pêvajoya asayîbûnê bikin:
“Me dil heye heta dawiya Gulanê tedbîrên bikontrol dewam bikin. Em plan dikin ku bi Hezîranê re gelek tedbîran rakin û jiyana rojane asayîtir bikin. Em hewl didin tedbîrên xwe bêyî ziyanê bigihînin kar, nan û xwarina bicih bikin.”
Erdoganî îdia kiriye ku ew di têkoşîna li dijî koronavîrusê de serkeftî ne û wan ev tişk bi alîkariyên civakî û aboriyê derxistine asta herî zor. Erdoganî her weha gotiye, “Tirkiyeyê dikarîbû xwe ji derveyî rewşa krîzê bihêle.”
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomarê Tirkiyeyê her weha behsa êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê jî kiriye û gotiye, “Hemû cîhan jî çavê xwe jê re bigire, em ji vê zilma Îsraîlê re nabêjin, bila be.
“Çawa ku me duh destûr neda korîdora terorê ya dixwestin li seranserê sînorê yê bi Sûriyeyê re ava bikin, îro jî em bi heman biryardariyê li dijî wan destan derdikevin ku dirêjî veşarîtiya Mescîd-î Aksayê dibin.” (HA/FD)