Serokomar Recep Tayyip Erdogan duh li qesrê ligel saziyên sivîl beşdarê xwarina fitarê bû. Erdoganî di bernameya fitarê de axivî û Parlamentoya Ewropayê rexne kir.
Erdogan got: ‘Bûyerên dawî vaye li holê ye. Li korîdorên Parlamentoya Ewropayê ala ‘rêxistina terorî YPGê’ hatiye daliqandin û ew kesên ku bi piştgiriya rêxistina terorê ketine meclisê jî li ber wê poz didin.’
‘Dema em behsa vê yekê ji Ewropayê dikin dibêjin; ‘Lê ew li dijî DAIŞê ne.’ Eger yên li dijî DAIŞê ne rêxistina terorî ne wê çaxê hûn çima El Nusrayê weke rêxistina terorê dibînin. El Nusra jî li dijî DAIŞê berxwedaneke mezin dide.’
Erdogan her wiha got: ‘Li ku derê welêt pirsgirêkeke bibînin demildest diçin û wir tevlihev dikin. Ji bo vê yekê car caran dibêjin çîçek û dar carcaran jî dibêjin jin û zarok û wan wan yekana ji xwe re dikin sedem.’
‘Bala xwe bidinê. Bahane çi dibe bila bibe; ew kesên terîkkar, kesên wêneyan didin çapemeniyê, yên bi polêsan re nîqaşan dikin heman kesên û ew dişibin hev du. Her yekê/î ji wan parovakatorê profesyol e.’
(AS/YO)