Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasîma vekirinê ya Sala Nû ya Edlî ya 2019-2020an bûye û li vir axiviye.
Merasima li Navenda Çand û Kongreya Neteweyî ya Beştepeyê pêk hatiye û Erdoganî wiha axiviye:
"Wezîfeya sereke ya Serokomarî ew e ku yekîtî û bihevratiya Komara Tirkiyeyê û miletê tirk bi cih bîne, ji bo birêvaçûna hemû saziyan hewl bide."
Erdoganî destnîşan kiriye ku serokomar ji bo kar û barên di qada xweseriya erkan da bên kirin ne asteng e û wiha pê da çûye: "Xebata di navbera zagonî, birêvebirin û darazê de ya divê serbixwe bê kirin, ne li dijî wê mîsyonê ye ku di Qanûna Bingehîn de ji bo Serokomar dibêje ‘serokê dewletê’ ye û ev yek ji bo vê ne asteng e. Ev nêrîna ku di Qanûna Bingehîna me de nivîskî ye û tê de cih digire ji bo cudahiya erkan gef nîne, berevajiyê wê em vê wek hêzeke bihev ra girêdide dibînin."
Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan li ser niqaşên ku di qada xweseriya erkan da tên kirin jî sekiniye û gotiye: "Rêgeza xweseriya erkan heke di şûna nêrîna hevkêşeyê de wekî sedema şer û pevçûnê bê şîrovekirin ev yek bi kêrî welêt û milet nayê, berevajiyê vê ev bi xwe re zirarê tîne."
Erdoganî destnîşan kiriye ku pergala dewletê li ser desthilatdariya gel birêva diçe û wiha domandiye: "Di pergala dewletê de heke îla ku desthilatdariyek bê xwestin, ev yek weke di Qanûna Bingehîn de jî cih digire, serdestiya desthilatdariya gel e."
Axavtina Erdoganî wiha berdewam kiriye:
"Di pergala me ya rêveberiyê ya nû da piraniya wan tohmetên di mijara xweseriya erkan da li hemberî serokomar ku di heman demê da nûnerê birêvebirinê ye jî tên kirin, bêbingehin.
“Êrîşa li hemberî serokomarê ku nûnerê erka rêvebirinê ya rayeya xwe ji darazê, ji miletê û ji hiqûqê hildaye di rastiyê de ji xwe re qada siyasî rasterast kiriye armanc."
(ji bo Belgeya Stratejiya Reforma Darazê) "Erkên Yekîtiya Ewropayê her çiqas li dijî welatê me xwedî nêrîneke cihêkariyê bin jî em bi vê belgeyê nîşan didin ku em girêdayî berpirsyariyên endamtiyê ne." (TP/FD)
* Fotograf: AA