Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî biryara ku dibêje Hilbijartina Serokomariyê û ya Giştî ya Parlamenteriyê ya Serdema 28an wê di 14ê Gulanê de pêk bê, îmze kir.
Serokomar Erdoganî aşkere kir ku wê hilbijartin di 14ê Gulanê de pêk bê û piştî biryar sibê de Rojnameya Fermî de bê weşandin wê YSK pêvajoya hilbijartinê bide destpêkirin.
Erdoganî di axavtina xwe de gotiye ku bê ka ji ber çi hilbijartin wê ne di 18ê Hezîranê de pêk bê:
“Me beriya hema piştî sersalê, beriya niha bi demeke dirêj gotibû bê ka çima me biryara 14ê Gulanê daye. Sedema em ê hilbijartinê nêzîkî mehekê beriya wê çêbikin ew e ku, roja 18ê Hezîranê û dîroka ezmûna zanîngehê li hev diketin ku jiyana bi milyonan ciwanên me eleqedar dikir. Dîsa di wê deme de welatiyên me yên hundirê welêt û derveyî welêt wê biçin Hecê. Dibistanên seretayî û navîn wê di betlaneyê de bin û wê welatiyên me biçin cihên betlaneyê. Ji ber van sedeman ji bo gelê me îradeya xwe bikaribe di sindoqan de bidin xuyakirin, me got ku 18ê Hezîranê dîrokeke baş e.” (AÖ/FD)