* Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) di civîna koma partiya xwe de axiviye.
Ji bo bûyera mirinê ya 7 leşker û karmendekî Artêşa Tirkan a li Idlibê Erdogan wiha gotiye: "Li Sûriyeyê guh nadin peymanan. Êrîşa ku pêr birin ser eskerên me, ji aliyê Tirkiyeyê va li Sûriyeyê mîlada serdemeke nû ye. Her kî bibêje 'Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye' bila bê zanîn an xafil e, an jî bi zanetî dijminê vî gelî û welatî ye."
Erdoganî wiha berdewam kiriye:
"Qeyrana balafirê ku em wek provakasyonê qebûl dikin û bi Rûsyayê ra qewimî û FETO di nav meseleyê da bû, meseleya Sûriyeyê ji bona me tevlihevtir kir."
"Heger rejim di nav meha Sibatê da ji venekişe paşiya ciyên me yên çavdêriyê, Tirkiye ji mecbûrî wê bi xwe vî karî bike."
Mijara Idlibê
"Tirkiye çi bike jî wisa tevdigere ku zirar negihêje can û malê tu kesên bêsûc û bêguneh. Rêya ku şaristaniya me û çanda me nîşanî me daye, pelçiqandina serê zalim û xwedîlêderketina mezlûman e."
"Rejim çawa li hemberî binpêkirineke herî biçûk a komên mixalif êrîşên giran yên di nav da sivîl jî hene li hemberî wan dike, ji vir pê va rejim li hemberî hêzên eskerî îxlalkirinekê bike, wê bersiv bê dayîn."
Erdogan: "Dema li hemberî eskerên me û hêzên dost ên em bi hev ra dixebitin êrîşek bê kirin, bêyî ku kî ev êrîş kiriye bê lêkolînkirin û hişyarî bê dayîn, bi mislê wê va bersiv wê bê dayîn."
"Tu niyeta me, derdê me û mebesta me tuneye ku em bi tu mitefîqê xwe ra, bi tu welatî ra werin hemberî hev"
"Wexta hewce bike hêzên beja û esmanê yên Hêzên Artêşa Tirkiyeyê li herêmên em lê ne û li Îdlibê wê bi rehetî hereket bikin û derkevin operasyonê."
"Madem li herêma Îdlibê ewlehiya eskerên me pêk naynin, wê demê em ê bixwe vî mafê xwe bi kar bînin û tu kes nikare îtiraz bike"
"Hêviya me tenê ji Rûsyayê ew e ku hesasiyetên me yên li Sûriyeyê baş fêm bike."
"Derdê wan ew e ku 'dibêjin em çawa dikarin hê zêdetir çekan bidin PYD û YPGyê, yanê PKKyê ku li wir li hember Tirkiyeyê li ser piya bigirin.' Derdê wan ew e." (TP/FD)