Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Giştî yê AKPyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di dema Civîna Serokên Bajaran a Berfirehkirî ya li Navenda Giştî ya AKPyê de axiviye.
Erdogan wiha axiviye:
“290 hezar kes kêm bûne”
"Niha ji 10 milyonî zêdetir endamên partiya me hene. Tu partiyeke din tuneye ku evqas endamên wê hebin.
"Em keda kesên li tevahiya welêt xizmetê kirine, li hember kaprîsên kesên ku kîbra wan ji bejna wan bilindtir bûye badilhewa nakin û em ê nekin.
"Em lîsteyên endamên xwe nû dikin û kesên mirine yan jî ji ber sedemên din qeyda wan çûye tesbît dikin. Ji ber ku mirine, 290 hezar endamên me kêm bûne.
“Em di Pergala Serokomariyê de bi paş de gavê navêjin”
"(Pergala Hikûmeta Serokomariyê) Me hemû kêmasî tesbît kirin û çareserî daniye meydanê. Em ê encaman di nêz da bi gelê xwe ra parve bikin.
"Ji ber gefên mueyîdeyan yên li dijî welatê me em natirsin û paş da gavê navêjin, berevajiyê vê biryardariya me zêde dike.
"(Rojhilatê Behra Sipî) Bila ti kes me ji heqên me yên li vir mehrûm neke. Em ê heta dawiyê heqên xwe biparêzin."
“Em mecbûr bimînin em ê deriyan vekin”
"Heta hefteya dawîn ya Îlonê em biryardar in ku li Rojhilatê Feratê avakirina herêma ewle li gor xwe bidin destpêkirin.
"Hedefa me ew e herî kêm milyonek xwîşk û birayên xwe yên Sûriyeyî li ser xeta sînor ya 450 kîlomêtreqereyî li herêma ewle bi cî bikin.
"Em mecbûr bibin em ê deriyan vekin. Ev bar wê tenê li ser pişta me be? Di parvekirina barê penaberên bûne mêvanên me da di serî da Yekîtiya Ewropayê dinyayê piştgiriya ku hewce dikir nedan. Ji bona em vê piştgiriyê hildin em mecbûr bimînin em ê vê yekê bikin." (RT/DB/FD)
*Fotograf:AA