Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Serokomar Tayyîp Erdogan li navçeya Guneysu ya Rîzeyê ji gel re axivî ku bi eslê xwe ji Guneysûyê ne.
Erdoganî di axavtina xwe de behsa rewşa lîreyê tirkan a li beramberî dolarî kir.
“Kampanya tên bi rê ve birin”
“Divê hûn vê bizanibin; Îro em li gorî duh di rewşeke baştir de ne, sibe em ê li gorî îro di rewşeke baştir de bin. Bila ti şik û gumana we ji vê tune be.
“Kampanyayên curbecur tên bi rê ve birin. Guh nedin van kampanyayan. Vê ji bîr nekin; heke ku dolarê wan hebe yê me jî gelê me, mafê me, Xwedayê me heye.
“Em gelekî kar dikin. Beriya niha bi 16 salan em li ku bûn, niha em li ku ne." (EKN/FD)