Piştî operasyona Tirkiyeyê ya Rojavayê dest pê kir û di navbera Tirkiye û DYAyê de ji bo 120 saetan peymaneke agirbestê hate îmzekirin, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo bi Vladîmîr Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê re hevdîtinê pêk bîne îro çûye Rûsyayê.
Bixwîne - Pûtîn û Erdogan dê li ser agirbestê û pêşketinên piştî wê biaxivin
Erdogan wê li bajarê Soçiye li gel Pûtîn bicive û agirbestê û pêşketinên piştî wê binirxîne. Erdogan beriya ku biçe Soçiyê li Enqereyê li balafirxaneyê ji rojnamegeran re axiviye û wiha gotiye:
‘’Di vê peyvajoya krîtîk a Sûrîyeyê de em dixwazin ku peywendîyên xwe yên bi Rûsya re xurtir bikin. Tirkîye û Rûsya li ser têkoşîna dijî terorê û yekîtîya axa Sûrîyeyê wek hevdu difikirin.’’
Erdoganî di berdewamiya axavtina xwe de diyar kiriye ku agirbest ji bo 5 rojan hatibû ragihandin û wê îro saet di 22:00ê de bi dawî dibe. Erdoganî gotiye heke Amerîka li ser sozên xwe nesekine, ew ê operasyona xwe berfirehtir bikin.
Erdoganî dîyar kiriye ku ew dixwazin li Sûrîyeyê heremeke ewle çêkin û bi qasî 2 milyon kesên sûriyeyî vegerînin wir. (FD)
Fotograf: AA