Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdoganî piştî ji Macarîstanê vegeriyaye bersiva pirsên rojnamegeran daye.
Erdoganî eşkere kiriye ku dê nameya Trumpî ya ku tê de jê xwestiye bi Generalê HSDê Mazlûm Kobanîyî re biaxive di hevdîtina 23ê Çiriya Paşîyê de li wî vegerîne:
”Ez ê vê nameyê li birêz Trumpî vegerînim. Te ev name bi fikra ku dê ev mêrik bibe navbeynkarê me şandiye. Tiştên min ji we re gotine eşkere ne. Min gotiye em nikarin bi terorîstekî wisa an jî bi rêxistineke terorê re biaxivin.”
Pirsên jê hatine pirsîn û bersivên Erdoganî wiha ne:
“Me biryar daye em herin DYAyê”
“Şeva borî ez û Trumpî em axivîn. Piştî wê axaftina li ser telefonê me biryar daye ku ez di 13ê Çiriya Pêşiyê de herim DYAyê.”
”Helbet em ê herêma bi ewle ya li Sûriyeyê û vegera penaberan nîqaş bikin. Em ê pirsgirêkên S-400an, yên F-35an û bazirganîya bi 100 milyar dolarî biaxivin. Em ê li ser mijara têkoşîna li hemberî FETOyê û Halkbankê jî biaxivin.”
“Dê herekat bidome”
Rojnamegerekî pirsiye û gotiye wê Operasyona li Rojavayê bidome yan na. Erdoganî wiha bersiv daye:
“Helbet. Heta terorîstê dawî ji wê derê dernekeve em ê dev jê bernedin. Ev aliyekî din e. Wekî din, heta welatên din ji wê derê dernekevin em ê jî dernekevin. Em dixwazin Sûriye yek be, bi hev re be, perçe nebe. Em ê destûr nedin tiştên wisa”
“Belgeya me ya Peymana Edeneyê heye”
“Dema em ji serê rojavayê dest pê bikin heta binê rojhilatê 911 kîlometre sînorê me bi Sûriyeyê re heye. Lê li vir ne sînorê Rusyayê, ne yê Îranê ne jî yê Emerîkayê heye. Hinekî sînorê Iraqê heye û hew. Peymana me ya Edeneyê heye.”
“Heta ev rêxistên terorê neyên paqijkirin, em ê bi erka xwe ya bi Peymana Edeneyê helwesta xwe bi heman rengî bidomînin.” (TP/GN/FD)
Fotograf: AA
Gernas Nenas ev nûçe wergerandiye