Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî ku li bajarê Soçiyê yê Rûsyayê bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin re civîn li dar xist, di rêya vegerê de pirsên rojnamegeran bersivand.
Erdoganî got, armanca hevbeş a her sê welatan ew e ku destûreke bingehîn a nû bê çêkirin û di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî de hilbijartin bi rê ve biçin. Erdoganî destnîşan kir ku divê hemû aliyên li Sûriyeyê beşdarî Kongreya Diyalogê ya Netewî ya Sûriyeyê bibin ku bi armanca çareseriya siyasî wê çêbibe. Erdoganî li axavtina xwe zêde kir: “Helwesta me ya derbarê rêxistinên terorê yên weke PYD-YPGyê de zelal e.”
“Esed jî li hemberî damezrîn a Kurdan a li Bakurê Sûriyeyê ye”
“Heke ku PYD-YPGyê beşdarî pêvajoyê bêkirin…) Em weke Tirkiyeyê bi rêxistina terorê re li ser heman maseyê rûnanên. Di vê mijarê de helwesta me zelal e. Her wiha em ji dil li wê damezrînê nanêrin ku gefan li welatê me bixwe.
“Niha wê PYD-YPG çi bike? Armanca wan ew e ku li Bakurê Sûriyeyê tiştekî damezrînin… Li hemberî avakirineke bi vî awayî, em nabêjin “Fermo, li ser xêrê be”
“Qasî ku xuya dike Esed jî muxalifê ihtimala damezrîneke bi vî awayî li Bakurê Sûriyeyê ye.
“Putin, hestyariyên me yên li hemberî PYD-YPGyê par ve dike”
“Putin hestyariyên me yên li hemberî PYD-YPGyê par ve dike. Di wir di pirsgirêk nîne. Yên ku par ve nakin, DYA û hêzên hevpeymanê ne.
“Li hemberî gefên li ser welatên me, em dixwazin ku çi Îran, çi Rûsya li ba me bisekinin.
“Deriyên siyasetê heta dawiyê vekirîne”
“(İhtimala nêzûkbûna Enqere û Şamê…) sibê wê çi bibe çi nebe, li gorî şert û mercên wê demê diyar dibe. Ne rast e ku em serê pêşîn di vê mijarê de xwedî helwesteke wisa bin ku bibêjin di vê mijarê de tiştek nabe.
“Deriyên siyasetê, weke ku hûn jî dizanin, her gav heta dawiyê vekirî ne.” (EKN/FD)