Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Çavdêriya Li Mafên Mirovan (HRW) îro daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku hikûmeta Recep Tayyîp Erdoganî, di 18 salên rêveberiya xwe de li Tirkiyeyê mekanîzmayên mafên mirovan diparêzin û normên demokrasiyê weke ti carî nebûye serobino kiriye.
HRWyê gotiye ku Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) di 19ê Adarê de Peymana Stenbolê betal kiriye, beriya vê gava Erdoganî, Serdozgerê Dadgeha Bilind doza girtinê li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) vekiriye û beriya vê biryarê bi çend saetan parlamentoyê parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglûyê HDPyê betal kiriye.
Kennet Roth, Dîrektora Giştî ya HRWyê gotiye, “Serokomar Erdogan hemû sazî û derdorên civakî dike hedef ku li ber hewldana wî ya jinûve dîzaynkirina civaka Tirkiyeyê disekinin.”
Rothê diyar kiriye ku “Ev pêşketinên dawiyê yên partiyên mixalif ên li Parlamentoyê, kurdan û jinan dike hedef, ji wan hewldanan pêve ne ti tiştekin ku Serokomar bi binpêkirina mafên mirovan û misogeriyên demokratîk dixwaze desthilata xwe ji dest nebe.”
“Peymana Stenbolê”
Rothê behsa betalkirina Peymana Stenbolê kiriye û gotiye, “Biryara vekişînê ya ji Peymanê wê were wateya ku li Tirkiyeyê ji têkoşîna parastina mafên jinan gelekî bi paş de gav were avêtin û derbeyeke mezin a li dijî hemû jinên ji her derdorên siyasî yên cida.”
Doza girtinê ya li dijî HDPyê
HRWyê her weha di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku Tirkiyeyê di 30 salên dawiyê de 5 partiyên alîgirên kurdan girtiye û wiha dewam kiriye:
“Betalkirina parlamenteriya Gergerlîogluyê bi israr bala xwe dida bi hezaran kesên ji ber polîtîkayên Erdoganî yên mafên mirovan diçewisand, bûne mexdûr bergirîdana li hemberî wî bû, hedefa hewldana girtina HDPyê jî bi milyonan hilbejêrên kurd in û li gorî Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan ev hewldan wê prensîba demokrasiya parlamenter ji holê rake.” (TP/FD)