Serokkomarê Tirkiyeyê û serokê Partiya Edalet û Pêşketinê, Recep Tayyip Erdogan di forûma TRT Wordê de li ser operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê axiviye.
Li gor Ajansa Anadoluyê hin beşê axiftina Erdoganî ev in:
" (Yên ji bo protestoya Herekata Kaniya Aştiyê ji axaftinê vagêr bûn) Ez wisa difikirim piştgiriyê didin rêxistinên terorê."
"Wezîfeya me ew e ku avakirina vîzyon û hedefên nû yên li gor hêz û hebûna hezar salî ya li Anadoluyê ya gelê me û di rêya xwe da meşandin e."
(Yên ji bo protestoya Herekata Kaniya Aştiyê ji axaftinê vagêr bûn) Qet hewce nake ku ev cure, li tu derê rabin û bêjin ku em dijî terorê ne.
"Derketiye holê ku dewletên sînoran ne bi xwêdan û xwînê bi xêzkirina cetvelê ya li ser maseyê ava kirine wê tu carê nebin dewletên rastîn."
"Çavê Tirkiyeyê di axa tu welatî da, di azadî an jî berjewendiyên tu civakî da tuneye."
"Em tu ferq û cudahiyê naxin navberê û em ê ji zalim ra zalim, terorîst ra terorîst, neheqiyê ra neheqî, zilmê ra zilim bêjin."
"Wekî Tirkiye di 17-18 sal maweya peywira me da em tu wextî bi rêxistina terorê ra li ser maseyê rûneniştin, em rûnanên û em ê rûnenên."
"Ne pêkan e ku emilandina dîplomasiyê wekî amûra zextê ya bihêzan, were domandin."
"Her kes dikare ji xwe ra li Sûriyeyê, li Iraqê, li Efxanistanê, li Libyayê, li Afrikayê û li Balkanan bi niyetên cuda hespa xwe bibezîne. Lê Tirkiye bi tenê sedema yekîtiya qederê ya bi birayên xwe li wan deran e. Ev ji bo kesên dilopek neftê ji dilopek xwînê qîmettir dibînin zehmet e ku bê fêmkirin."
"Ew dewra di tariyê da çavê xwe qirpandinê, li pişt perdeyê rêvebirina civakan ji holê rabûye."
"Yên bi azadiya fikrê, azadiya baweriyê bawer dikin tu carê wê fikr û baweriya xwe bi wî dolarê kesk neguherînin."
"Yên ku bi Tirkiyeyê ra empatî nakin û wisa difikirin ku pirsgirêkên teror û koçberiyê yên li ser stûyê me dê heta heta li cem me sînordar bimînin, zehf zêde dixapin."
"Heke 30 hezar TIR çek, muhîmat û alavan li ser Iraqê ra têxin bakurê Sûriyeyê, gelo yên ji xwe ra dibêjin 'ez herî hêzdarê dinyayê me' wê vê yekê bi çi îzah bikin, wê bi kîjan helwesta demokratîk va îzaha vê bikin?"
"Em dibêjin werin di serî da Neteweyên Yekbûyî saziyên sîstema kurewî em ji nû va ava bikin."
"Hemû Rojava xwe da kêleka terorîstan û hemûyan bi hev ra êrîşî me kirin. Welatên NATOyê jî tevda, welatên Yekîtiya Ewropayê jî tevda. Ka hûn li hemberî terorîzmê bûn, ka hûn li hemberî terorê bûn, ma ji kêngî va ye ku hûn rabûne û bi terorê ra tevdigerin?"
"Sibê em ê herin Soçiya Rûsyayê. Di vê seyahatê da em ê bi Birêz Putîn ra vê pêvajoyê binirxînin, paşê jî em ê gavên ku divê bên avêtin înşallah bavêjin."
(MB)
Çavkanî: AA