Serokkomarê Tirkiyeyê û serokê Partiya Edalet û Pêşketinê (AKP) li ser rewşa penaberên ji Sûriyeyên li Tirkiyeyê bersiva pirsên rojnamegeran daye.
"Niha di nav 3,6 milyon Sûriyeyiyên li welatê me da 350 hezar Kurd hene
"Piştî ku di demeke kurt da ji çend hêlan va em gihîştin 30 kîlomêtroyî serî da Amerîka û Ewropa helwesta hin dewletan guherî."
"Tirkiye ji serê ser da û di her firsendê da siyaneta xwe ya ji bona yekîtiya ax û yekîtiya siyasî ya Sûriyeyê diyar dike."
"Tirkiyeyê bi baldariyeke li dinyayê kêm caran hempayê wê heye va herekatek meşand."
"Herekata Kaniya Aştiyê nişkêva derneket. Amadehiyên wê 3-4 sal berê, heta 5 sal berê dest pê kir."
"Artêşa Tirkiyeyê ew ê ji herêmê veneqete lewra esasa ewlehiya wê derê vê lazim dike."
"Piştî hat fehmkirin Tirkiyeyê herekatê bi serkeftî temam bike bertek ji aqil û mantiqê dûr ketin. Dîsa jî me bi biryardarî herekata xwe domand."
"Ji ber ku mecbûr man me Herekata Kaniya aştiyê kir. Heke guh bidana hişyariyên me yên ji bo PKK/YPGya rêxistina terorê em ê îro bi vê ra mijûl nebûna."
Heke soza xwe neynîn cih
"Heger 120 saet biqede û sozên dane bi cî neyên wê herekat li ciyê ku maye bi biryardarî cardin bidome."
"Me hetanî îro 360 kîlomêtre qad û 65 wargehên navendên Til Ebyad û Resûleynê jî tev hildan kontrolê. Di herekatê da 4 eskerên me û 74 endamên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê şehîd bûn. Hejmara terorîstên hatin berterefkirin derkete 750yî."
Axiftina bi Pûtînî re
"Roja sêşemê li Soçiyê bi Birêz Putîn ra em ê der barê mijarê da terefên ku Rûsya û rejimê eleqedar dikin, biaxivin."
"Tam di roja hevdîtin hat kirin da nameyeke Serok Trump a li nezaketa siyasî û dîplomatîk nayê di medyayê da hat weşandin."
"Heke Amerîka hetanî êvara roja sêşemê ya xilasbûna 120 saetî sozên daye me bigre mijara herêma ewledar ew ê were çareserkirin."
"Di medyayê da nameyeke Birêz Trump ku bi nezaketa siyasî û diplomatîk ra li hev nake derket. Helbet em vê ji bîr nakin. Jibîrkirina me rast nîne, lê siyanet û hezkirina me ya dualî nahêle ku ev her dem li rojevê bimînin. Ev mijar meseleya me ya îro nîne. Wexta dem were divê bê zanîn ku di vê mijarê da çi hewce bike em ê bikin."
"Dema xebatên qanûna bingehîn a teze werin temamkirin, yekîtiya erdên Sûriyeyê û bihevrabûna wê ya siyasî were pêkanîn, her alî ew ê têkeve kontrola hikûmeta meşrû ya wî welatî. Hema bira misameheyê nîşanî rêxistinên terorê yên wekî PYD/PKK/YPG û DEAŞê nedin. Hetanî rêxistinên terorê bi tevahî neyên paqijkirin û koka wan neyê qelandin Sûriyeyê negihêje hizûr û ewlehiya dixwaze bigihêje."
(MB)
*Çavkanî: Nihat Kavşut |AA