Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar di Kongreya Hiqûqê ya Stenbolê de axivî.
Erdoganî gotiye:
‘’Eve operasyonên li ser Mûsilê hatine dest pê kirin. Niho Serokerkanê Leşkerî li Amerîkayê ye. Ew û muxatabên xwe dicivin. Ji beriya sietekê jî bi telefonêez bi wî re axivîm û min pirsî ka em dikarin çi bikin. Min ev tişt ji wî re jî got. Em ne berpirsiyarên encama operasyonekê ne ku Tirkiye ne tê de be, qusûrê efû bikin. Em ê di operasyonê de bin û li ser maseyî jî bin. ‘’
‘’Bila ti kes ne li bendê bin ku em ji Başîkayê derbikevin.’’
‘’Niho li mûsilê xuşk û birayên me hene. Ereb, Tirkmen, Kurd... Çênabe hêvîyeka welê hebe ku em ê vê mijarê bi ser guhê xwe re biavêjin. Bila ti kes ne li bendê bin ku em ji Başîkayê derbikevin.’’
‘’Em ji şerê Sinnî û Şi’îyan re nabêjin ‘erê’’’
‘’Tê xwestin welatê me li derveyî operasyonê be. Ev ji ber wê yekê ye ku dizanin em ê nehêlin bi hêceta DAIŞê hewildana şerê mezheban bi ser bikeve.