Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî îro diyar kiriye ku Tirkiye wê ji peymana S400ê bi paş ve gavê neavêje. Ji bo îtiraza AKPyê ya li YSKyê jî Erdoganî gotiye: ''Li ser wê meseleyê dibêjim qey tiştekxelet hatye fêmkirin.
Erdoganî ji bo peymana S400an gotiye:
''Peymaneka me heye. Em xwedîyê biryara xwe ne. Bi ti avayî ji vê yekê em ê gavê bi paş ve neavêjin.
'' Heke wek Rûsyayê ji bo Patriotan jî gavên erênî bêne avêtin em amade ne gavê biavêjin.
''Li Sûriyeyê hessasîyetên me hene. Di vê pêvajoyê de jî hessasîyetên me dê hebin.''
Tedbîr
Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) duhî biryar dabû ku serokên lijneyên hilbijartinan yên navçeyan dê ji bo hilbijartina nû jî erkdar bin. Partiya Edalet û Pêşketinê(AKP) îtiraza vê biryara YSKyê kiribû. Erdoganê ku di heman demê de serokê AKPyê ye gotiye wan ji bo tedbîrê daxwazname şandiye YSKyê û ew dibêje qey tiştek çewt hatiye fêmkirin.
(AO/MB)