Serokê Giştî yê AKPê û Serokkomar Recep Tayyip Erdogan ji bo Rojnameya Sabahê gotarek nivîsand ku tê de behsa "destkeftiyên" Tirkiyeyê yên sala 2025an û "destkeftiyên" wê di sala 2026an werin bidestxistin kir.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di gotarê de ji bo pêvajoya çareseriyê jî weha got, "Ev pêvajoya ku armanca wê ew e welatê me ji belayeke 40 salî rizgar bike, dê ji bo hesabên berjewendiya siyaseta rojane neyê qurbankirin."
Di makaleya bi navê "Ji bo Tirkiyeyê xebata bi eşq berdewam e" de, Erdogan diyar kir ku ew di mehên ewil ên 2026an de li ser avakirina Tirkiyeyeke mezintir û bihêztir diaxivin.
Erdogan ji bo sala 2026an got, "Em dê fêkiyên sebra xwe bicivînin, tovên hatine çandin dê şîn bibin û em dê berhema wê rakin." Serokkomar sal wekî "sala serkeftin û reformê" pênase kir û got:
"Me ne pişta xwe da Rojhilatê û ne jî em ji Rojava qut bûn. Tenê xeteke me heye, ew jî xeta Tirkiyeyê ye." Erdogan diyar kir ku Tirkiye di sala 2026an de dê bibe yek ji "welatên kîlît ên siyaseta navneteweyî.”
Serokkomarê Tirkiyeyê anî zimên ku ew dê bi armanca endamtiya tam a Yekîtiya Ewropayê (YE) rêya xwe bidomînin, entegrasyona bi Rêxistina Dewletên Tirk re kûrtir bikin û têkiliyên li cîhana Îslamê xurt bikin.
Erdogan da zanîn ku sala 2025an dahata neteweyî cara ewil 1,5 trilyon dolar derbas kiriye. Li gorî gotina Erdogan, rezervên Banka Navendî ya Tirkiyeyê 200 milyar dolar derbas kiriye û gihîştiye 215,6 milyar dolarî.
Her wiha hinardekirina salane di 2025an de gihîştiye 273,4 milyar dolarî û rekor şikandiye. Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku çavkaniya ji bo hinardekaran hatiye veqetandin dê di sala 2026an de bê zêdekirin.
Enflasyon
Erdogan nivîsand ku 2026 dê bibe sala ku "pişta enflasyonê bi temamî bişkînin û bi biryardarî bimeşin hedefa xwe ya yek reqemî."
Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku hêza kirînê ya xebatkar, malnişîn û karmendan dê ne tenê bi qasî rêjeya enflasyonê, "bi para ji mezinbûnê jî" were zêdekirin.
Erdogan anî zimên ku edaleta di belavkirina dahatê de yek ji hedefên 2026an e.
"Pêvajo dê neyê qurbankirin"
Erdogan li ser pêvajoya çareseriyê jî destnîşan kir ku "pêngavên girîng li pey xwe hiştine" û got:
"Di pêvajoya Tirkiyeya bê teror de me pêngavên girîng li pey xwe hiştin. Wekî Tifaqa Cumhurê em di vê pêvajoyê de her tim erênî tevgeriyan. Em li ser çareseriyê hûr bûn û me ne tenê destê xwe, me laşê xwe da binê kevir. Komîsyona me aliyên pêwendîdar bi baldarî guhdarî kirin. Înşalah ew dê rapora xwe ya dawî ku em difikirin dê nefeseke nû bide pêvajoyê, di demeke nêzîk de temam bike."
"Ev pêvajoya ku armanca wê ew e welatê me ji belayeke 40 salî rizgar bike, dê ji bo hesabên berjewendiya siyaseta rojane neyê qurbankirin. Ji bo ku pêvajo bêyî qezayekê bigihîje armanca xwe, çi dikeve ser milê me em dê bikin û em dê bi paş ve gav neavêjin."
(TY/AY)
*Çavkanî: Rûdaw
