Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di hevpeyvîna Reutersê de derbarê mijarên rojevê de nirxandin kirin.
Erdogan biryara ‘kontrola siyasî’ ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), têkiliyên bi YEyê rê û derbarê Sûriyê de axivî.
Biryara MPKEyê
* Li Tirkiyê hewldana derbeyeke ku daxwaza hilweşandina dewletê heye. Li hemberî vê hewldana derbeyê Tirkiye dema ku Rewşa Awarte birêve dibe, em endamên rêxistina terorê yên ku ketine nava hêzên çekdar, ketine nava emniyetê û ketine nav saziyên dewletê paqij dikin. Divê em vê paqij bikin.
* Di pêvajoya biyekbûna Almanyaya Rojhilat û Almanyaya Rojava de zêdetirî 500 hezar mirov ji dewletê hatin paqijkirin. Kesekî karibû tiştek ji vê re bigota? Niha ev biryara ku li hemberî Tirkiyê hatiye standin bi temamî siyasî ye. Em jixwe biryareke wiha nas nakin. Heta ku bixwazin bila biryareke wisa bistînin. Em ewqasî jî mezin nasin. Ev biryar hatiye standin û derbas bûye.
Têkiliyên bi YEyê re
* Hin kes derdikevin vir de wir de diaxivin. Tiştên weke ku ‘Weke YEyê em ê gotûbêjên bi Tirkiyê re bidin sekinandin’ dikin. Heke ku têgihiştin û mantiq rast be, wê gavê em ê çi bikin, em ê rewşê di ber çavan re derbas bikin, jiber ku Tirkiye niha di her tiştên derbarê 35 fasilan de amade ye. Ti fasil nîne ku Tirkiye ne hazir be. Dma ku xwestin me danî ber wan û em datînin.
Operasyona Şengalê
* Ev operasyona ku TSKê li Şengalê û Qereçoxê kiriye hetmen ne li hemberî Pêşmergeyan e. Operasyoneke wisa ye ku berê Birêz Barzanî, ew hatine agahdarkirin.
* Bi vê operasyonê re ku nêzîkî 45 deqîqeyan berdewam kiriye, xalên li vir sedî sed bi îsabet hatine lêdan lê di vê navberê de ew agahî ji me re hat ku 5-6 Pêşmerge mirine. Ev ji bo me mijareke wisa ye ku me qet nedixwest wisa bibe. Mînak niha Herêma Şengalê ji bo me Qendîle duyemîn e. Em qet destûreke wisa nadin ku Qendîla duyemîn ava bibe ji ber ku li Şengalê qasî 2 hezar PKKî hene.
Sûriye
* Divê Sûriye ji Esed rizgar bibe ku em çareseriyê çêbikin. Heta ku Esed li wir bimîne li Sûriyê hetmen çareserî pêk naye. Ti eleqeya İslamê bi DAIŞê re nîne. Divê vê pêşîn Musulman qebûl bikin. Heke ku demokrasî ev be, em bihêlin bila gelê Sûriyê biryarê bide. Em çi bikin? Em ewlekariya wî lidar bixin. DYA, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Qeter, İran em hemû werin gel hev, sindoqan bînin û bila gelê Sûriyê serokê xwe hilbijêrin. Partiya xwe diyar bikin. (NV/FD)