Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê beriya ku biçe Sirbistanê li Balafirxaneya Ataturkê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Di dema civînê de li ser pirsa ku hatiye gotin, “Mala Spî gotiye ew ê piştgiriyê nedin operasyona Tirkiyeyê, nebin perçeyek ji wê” bersiv daye û diyar kiriye ku DYAyê dest bi vekişandina leşkerên xwe yên li herêmî kiriye:
“Derbarê vê mijarê de, piştî hevdîtina me ya duh bi şev weke birêz Serokî jî diyar kiribû, dest bi vekişandinê kirine.
“Niha li vir muxatabên beramberî hev, xebatên xwe berdewam dikin, ew ê berdewam bikin. Ev ji xwe ne tiştekî nû ye, beriya wê jî heye.”
“Serok Trumpî fermana xwe daye”
“Birêz Trumpî fermana xwe ya derbarê vê mijarê de daye û ferman kiriye ku bila vekişin lê ev hinekî bi derengî ket.
“Digel derengmayînê jî li vê herêmê hevdîtin her hatin kirin. Niha piştî hevdîtina duh ew ê ev hevdîtin bi biryardarî bên kirin.
“Weke ew gotina me her gavê digot, me gotibû, em ê şevekê ji nişka ve werin. Em vê biryardariyê berdewam dikin. Lewre ne mimkun e ku em êdî gefên rêxistinên terorê qebûl bikin.”
“Hejmara DAIŞiyan hinekî tê zêdekirin”
Erdoganî li ser pirsa derbarê wê daxuyaniya Mala Spî de jî bersivandiye ku di daxuyaniyê de wiha hatibû gotin, “Êdî, şerkerên DAIŞê yên DYAyê ew di du salên dawiyê de girtine, wê êdî di bin berpirsiyariya Tirkiyeyê de bin”:
“Ev hejmar hinekî hatine zêdekirin. Niha li wir hin hejmar hene ku di girtîgehan de ne. Em jî di vê mijarê de xwedî helwestekê ne.
“Gelo em dikarin gaveke çawa bavêjin ku em DAIŞiyên li vir di girtîgehan de demildest desteser bikin.”
Erdoganî derbarê hevdîtina wî ya bi Trumpî re jî wiha axiviye: "(Hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Trump ra) Bi îhtimaleke mezin em ê nîvê yekemîn ê meha pêşiya me vê ziyaretê bikin." (PT/FD)
Fotograf: AA