Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di merasîma mezûnan a Zanîngeha Sabahattin Zaim de derbarê pêşnûmeya Qirkirina Ermenan a li Meclîsa Federal a Almanyayê hat qebûlkirin de axivî.
Erdoganî derbarê qebûlkirina pêşnûmeyê de got: ‘Devlewçeyekî derketiye li wir tiştek amade kiriye û pêşkêşî Parlamentoya Almanyayê kiriye. Ji wî kesê re dibêjin tirk... Tirka çi lo... Divê xwîna wan ji testa laboratuwarê derbas bibe.’
Ey Almanya…
Axavtina Erdogan bi vê rengî ye:
'Divê pêşî Almanya bi dîroka xwe re rû bi rû bimîne. Ey Almanya pêşî tê hisabê Holokostê bide, we li Namibyayê çawa 100 hezar însan kuşt û hûnê hisabê wê jî bidin.'
Îdiaya ku ‘Mulkên ermenan radestî wan tên kirin’
‘Li gorî texmîna niha li Tirkiyeyê nêzî 100 hezar ermen heye. Nîvê ji wan welatiyên me ne lê nîvê din welatiyên Tirkiyeyê nîn in. Eger em dijminê ermanan bûna me yê wan kesên ku welatiyên me nîn in, bişanda Ermenîstanê.
‘Li Almanyayê dibêjin ku qaşo me dest danîye ser kilîse û milkên ermenan. Bila di çavê we re here. Em niha kilîseyên ku aîdî weqfên ermenan in, radestî wan dikin.’
‘Arkeologên xwe bişînin’
Ege hûn ji xwe bawer in, eger rûmate we hebe rabin arkeolog, dîroknas û hiqûqnasên xwe bişînin. Kî dibe bila bibe, ji ku tê bi kêfa xwe ye; bilşa werin lêbikolin û lêbipirsin.’ Eger di encamê de tişteke wisa derkeve, em dikarin xwe bidin barê wê bûyerê. Lê vê yekê nekirin. Ji ber kuı ev yek pirkirêkeke exlaqî ye.’
‘Devlewçeyekî derketiye li wir tiştek amade kiriye û pêşkêşî Parlamentoya Almanyayê kiriye. Ji wî kesê re dibêjin tirk... Tirka çi lo... Divê xwîna wan ji testa laboratuwarê derbas bibe.’
(AS/YO)