Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî derbarê erdheja Mereşê de li Serokatiya AFADê daxuyaniyek daye.
Erdoganî diyar kiriye ku di erdheja pileya wê 7.7 de 912 kes mirine, 5 hezar û 385 kes birîndar bûne. Li gorî daxuyaniya Erdoganî 2 hezar û 470 kes ji bin avahiyên rûxiyane, derxistine:
"Bandor li herêmeke fireh kiriye. Li gorî zanyariyan 7 kîlometro di bin erdê de ye û ji bilî Mereşê, li bajarên me Hatay, Dîlok, Kîlîs, Osmaniye, Amed, Edene, Rihayê wêrankarî kir.
Li bajarên nêzîkî navenda erdhejê ziyanên biçûk bûne, lê wêrankariya mezin li van deran bûye.
Tişta ku tê famkirin wêrankariya mezin li Sûriyeyê bûye. Dewleta me bi hemû saziyên xwe ketiye nav liv û tevgerê."
AFAD: Pileya erdhejê 7.7 e
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Lezgîn (AFAD) vê sibê diyar kiribû ku pileya erdhejê 7.4 e. Lê AFADê di daxuyaniya xwe de nû de diyar kiriye ku pileya erdhejê 7.7 e.
Resetxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogaziçiyê jî pileya erdhejê nû kiriye û kiriye 7.7.
Erdheja ku vê sibê bûye di 120 salên dawî de mezintirîn erdheja duyem e. (AS/FD)