Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokkomarê Tirkiyeyê û serokaê Partîya Edalet û Pêşketinê (AKP), Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê li konferansekê axiviye.
Li gor nûçeyeka Ajansa Anadoluyê hin beşên axiftina Erdoganî ev in:
"Di dinyaya îro da em dibînin ku dewletên bi welatiyên xwe ra têkiliyên xurt ava nekirine li hemberî midaxaleyên hundirîn û derva pir zêde bê parastin dimînin."
"Bi salan e li hemberî êrîşên rêxistinên terorê bigre heta dafikên aboriyê em rastî gelek gefxwarinan hatin, lê dîsa jî em li ser piyan man û me her tim hêza xwe zêde kir."
"Welatiyên me li hemberî saziyên kamuyê çiqas heqê xwe bigerin û ev tevgera wan bê zêdekirin, tesîra vê bê xurtkirin, dewleta me wê ewqas xurt bibe."
"Dewletên guh nadin dengê mirovên xwe û pirsgirêkên wan çareser nakin, berevajî vê îtîrazên wan bi tundiyê va didin hûşkirin rastî êşên mezin û xirabiyan tên."
"Li dinyayê welatê ku piştgiriya herî mezin dide penaberan û welatên kêm pêşva çûne, Tirkiye ye."
"Hinek ketina telaşa parvekirina neftê. Ev tişt anîn pêş me jî, lê me got 'Derdê me ne neft e, derdê me însan e."
"Yên li paş dîwarên ku çêkirine bêxem şanoya azadî û refahê dilîzin, dema sibê koşkên wan li ser serê wan da hilweşiya wê baş fêm bikin ku mirovên din çi hîs dikin."
"Em rêxistinên terorê ji xwe dûr dixin û ev têrê nake em dikevin şikeftên wan û wan îmha dikin. Ji DEAŞê bigre heta El-Qaîdeyê, ji PKK/YPGyê bigre heta FETOyê çiqas rêxistinên terorê yên welatê me û dinyayê tehdîd dikin hene em li hemberî hemûyan têkoşînê didin. Tirkiye bi vê hewldayînê va bi tenê ewlehî û aramiya xwe naparêze, di heman demê da deynê wîcdanê ya hemû civaka navneteweyî jî dide."
(DB/MB)