Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyip Erdogan beriya ku ji bo beşdarbûna Civîna Serokan ya G20ê biçe Çînê, li Balafirgeha Esenbogayê civîna çapemeniyê li dar xist.
Erdogan di daxuyaniya xwe ya duh de derbarê operasyona Cerablusê û di şerê Sûrî de rola YPGê nirxandin.
Erdogan derbarê rexnekirinên ji ber merasîma Destpêka Sala Dadê li qesra serokomariyê hatibû lidarxistin de wiha got: “Li vî welatî serokomar serê qanûnçêkirin, rêvebirin û dadkirinê ye. Serê dewletê bi xwe ye. Em ê ji kesê ku vê yekê nizane re behsa çi bikin?”
Erdogan derbarê îstîfakirina Efkan Ala da jî wiha got: Di nav hukimetek de carcaran tiştên wiha dibe.”
Şerên li Sûriyê
“Em ê li Hangzhouyê li ser mijara têkoşîna dijî belaya terorê ku aştiya kurewî, ewlehiî, îstiqrar û aboriyê tehdîd dike jî bisekinin. Bi vê wesîleyê em ê der heqê rêxistinên terorê yên wek FETO,DHKP-C, PKK, PYD, YPG û DAIŞê ku welatê me pê ra têkoşînê dide da daxwazên xwe ji muxatabê xwe ra bibêjin.
“Mebesta Harekata Mertalê Feratê li ser sînorê me tehdîdên rêxistinên terorê yên li ser welat û welatiyên me ye ku ev tehdîd ji holê were rakirin. Ji Cerablûsê, ji herêma nêzî sînorê me, ji bajarên bakurê Sûriyê timî bi roketan êrîşî bajarên me dikin, em nikarin xwe li ber van êrîşan ker bikin.
“Bila kes ji me hêvî neke ku li ser sînorê me yê başûr korîdoreke terorê çêbibe û em vê qebûl bikin" û wiha dewam kir: "Em ê teqez destûrê nedin ku li bakurê Sûriyeyê û li başûrê me korîdoreke terorê çêbibe, bila ev bê zanîn.”
Operasyona Cerablusê
“Li Cerablûsê têkçûyîna DAIŞê tu dibê hin kesan aciz dike, meriv vê çawa fehm bike. Wek Tirkiyeyê ji bo pêkanîna ewlehiya welat û sivîlên xwe yên li herêmê me destê xwe xiste binê kêvir.
“Dibê em xwe navika xwe bibirin. Lewra çaxê ku em disekinin ji wir hin kes bombeyan, rokêtan her wekî din... diavêjin welatê me. Mimkun nîne ku em bi sebir li ber van bisekinin. Ya rastî em nakevin Cerablûsê, cerablusî dikevin Cerablûsê. Em bi tenê piştgiriya lojîstîkê didin wan.”
Hevdîtinên bi Amerîkayê re û YPG
“Ya rastî sedema vê tevgerê ya herî girîng Minbic e. Ji sedî 90ê nifusê Minbicê ereb e. Komên din û kurd ên ku hatine vê derê bi taybetî jî YPG ji vir nînin. Dema ku min bi birêz Obama ra xeber da jê ra got û wî jî got ku ew ê nekevin vê derê. Hemûyên van di qeydan da hene.
“Der barê Minbicê da vê gavê ji mer ra dibêjin ku 'derbasî rojhilatê Feratê bûne.' Em jî dibêjin 'Na, derbas nebûne.' Li gor tesbita me wê piştrast bibe ku derbasî rojhilatê Feratê bûne. Bi daxuyaniyên ku ji Amerîkayê û ciyên din tên dayîn em bawer nakin ku YPG yan jî PYD derbasî rojhilatê Feratê bûye.”
Îstîfakirina Efkan Ala
Erdogan derbarê îstîfakirina Efkan Ala da jî wiha got:
“Di nav hukimetek de carcaran tiştên wiha çêdibin. Serokwezîr ez jî di nav de di encama îstîşareya kirî de mafdar e.”
“Divê pêvajoyê de guhertineke bi awayî îstîfakirina Ala çêbûye. Ne ez, ne serokwezîr ne jî hedê ti kesî nîn e ku di vê pêvajoyê de li hemberî Ala tişteke neyînî bîne ziman. Ez vê yekê bi awayekî zelal tînim ziman.”
(AS/YO)