Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê operasyona TSKê ku li dijî Cerablusê pêk tîne de, li ser Twitterê nirxandina xwe anî ziman.
Muslim di peyama xwe ya ku bi îngilizî, tirkî û erebî parve kir de wiha got: ‘Tirkiye wê di gola genî ya Sûriyê de têk biçe.’
Turkey is in Syrian Quagmire. will be defeated as Daish.
— Saleh Moslem (@serokepyd) 24 Ağustos 2016
Türkiye Suriye Batağında çok şey kaybedecektir.
تركيا ستخسر في مستنقع سوريا كداعش
Serokomar Tayyip Erdogan jî di azavtina xwe ya îro de navê Muslim bi xwe neanî ziman, lê debarê gotinê wî de wiha got: “Hin kes meydanê dixwînin û dibêjin 'Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ew ê wiha be nizam çawa be'. Ez ji vê derê bangî wan dikim, hûn bizanibin wê çi were serê we. Kî ji bo Tirkiyeyê bibe talûke wê gel, artêş, polês û cerdevan li hemberê wan bisekinin.”
(BK/YO)