Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku duh hat gotin Artêşa Sûriyeyê û YPGyê li hev kirine û wê Artêşa Sûriyeyê bikeve Efrînê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re bi rêya telefonê axivî.
Çavkaniyên Serokomariyê aşkere kirin ku di navbera Erdogan û Pûtînî de mijara pêvajoya Astanayê jî hatiye rojevê û li ser “herêmên çavdêriyê yê nû” yên li Idlibê jî gotûbêj kirine.
“Li ser gelek tiştan li hev kirine”
Li gorî nûçeya ku ajansa nûçeyan a Rûsan TASSê agahiyên wê spartiye serwîsa çapemeniyê ya Kremlînê, hat gotin ku, “Dema li ser mijara Sûriyeyê axivî ne, girîngî dane ser rêyên hevkariyê yên di pêvajoya Astanayê de”.
Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku “di hevkariya Rûs û Tirkan de trendeke erênî derketiye holê” û her du aliyan li hev kirine ku ji bo mijarên cuda cuda werin ba hev.
Erdogan û Rûhanî jî axivîn
Erdoganî ji bilî Pûtînî bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re jî axiviye. Çavkaniyên Serokomariyê diyar kirin ku Erdogan û Rûhanî li gel mijarên Efrîn û Idlibê li ser mijarên din ên Sûriyeyê jî axivî ne.
Kalin: Bazarê dikin
Îbrahîm Kalin Berdevkê Serokomariyê li ser wê îdiaya ku tê gotin Artêşa Sûriyeyê û YPGyê li Efrînê li hev kirine wiha nirxand, “Propaganda ye lê ev nayê wê wateyê ku bazareke veşartî nîne”. (PT/FD)