Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji dema Tirkiyeyê balafira Rûsyayê xistî ve, cara pêşiyê ye ku wezîrekê Tirkiyeyê çû Rûsyayê. Cihgirê serokwezîrê Tirkiyeyê, Ahmet Şîmşek çû Rûsyayê û diyar kir serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî dê di 9ê tebaxê de biçe bajarê Saint Petersbourgê yê Rûsyayê.
Ahmet Şîmşek digel cihgirê serokwezîrê Rûsyayê, Arkady Dvorkoviçî civîya û piştî civînê got:
‘’Rûsya ne bi tenê cîraneka me ya biqedir e, ew şirîkeka me ya stratejîk e. Bi bûyereka nebidilan têkiliyên me kêmayî ketinê.’’
Wezîrê ekonomîyê Nihat Zeybekci û desteyên herdu welatan beşdariya civînê kirin.
Çi bûbû?
Di 24ê Çiriya Paşiyê de, Tirkiyeyê bi îdiaya balafira Rûsyayê derbasî sînorê wê bûye, balafira Rûsyayê xist.
Rûsyayê eşkere kir ku balafirên wê ji sînorê Tirkiyeyê neboriye.
Di 27ê Hezîranê de serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî diyar kir ku Tirkiyeyê lêborîn xwestiye û têkilî dê dîsa dest pê bikin. Li gor nûçeya Sputnik Newsê, Pûtînî di civîna digel balyozên welatê xwe de gotiye:
‘’Duhî ez bi serokkomarê Tirkiyeyê re axivîm
‘’Tê zanîn ku Enqereyê ji bo xistina balafira Tirkiyeyê lêborîn xwestibû.
‘’Ji bo vê yekê ji bo destpêkirina têkiliyên di nava me de tedbîr dê bên standin.’’
Ajansa Anadolûyê di nûçeya xwe de îdia kir ku Erdoganî lêborîn nexwestiye û dîyar kiriye ew xemgîn e. (ÇT/MB)
Wêne - Moskova / Nikita Shvetsov