Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokkomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyîp Erdoganî li Televizyona A Haberê bersiva pirsên li ser rojevê da.
Erdoganî got ew dikare [ji AKPyê re] bibêje ‘partiya me’ ji ber ku ew bi xwe avakerê wê partiyê ye.
Erdoganî dîyar kiriye, ji xwe ‘’Ahmet beg’’ dê li roja Yekşemê îstifa bike.
Serokkomarî got: ‘’Welê dixweyî li kongreyê dê bi tenê yek berbijar hebe, min jî nîyet heye ez hema bi lez û bez serokwezîrê nû bidim hilbijartin da dîwana wezîran bê avakirin.’’
Parêzbendî
Erdoganî gotiye: ‘’Hinek dibêjin ‘were meydanê’ ha eve hûn û meydan vêca bila dadgeh biryaran bide.’’
Guhertina Sûrê
Serokkomarê Tirkiyeyê eşkere kiriye ku 160-168 hezar xaniyên tescîlkirî hene û ew dixwaze ew xanî bêne restorekirin.
Serokkomarê xwedan partî
Erdoganî daye zanîn ku ji beriya hibijartinê jî wî gotiye ‘’heke hûn nexwazin sîstema serokatiyê çêbibe werin em sîstema serokkomarê xwedanpartî hilbijêrin.’’
Wî li gotinên xwe zêde kiriye û gotiye çênabe ew, ji partiya wî bi xwe ava kiriye bi dûr bikeve.
Kêmendamî serdozgerî û dadgerî
Erdoganî gotiye: ‘’ Kêmîya hinek endamên laşê mirovan we dike ew nikarin hinek karan bikin. Ji bo nimûne dadger an jî dozgerek nekare bibîne an jî bibihîse nikare biryarekê bide. (NV/MB)