Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li gor biryara tayînkirinê ya bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî da hatiye weşandin Akîn Gurlek wek Alîkarê Wezîrê Dadê hatiye tayînkirin.
Gurlek navekî ku ji ber biryarên wî yên di dozên siyasî de hatiye rexnekirin û ji aliyê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdarogluyî ve weke 'Zekeriya Ozê nû' hatiye binavkirin.
Di heman demê de Gurlek ku biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn a li dijî Enîs Berberoglû pêk neanîye û di dozên siyasetmedarên wekî Canan Kaftancioglu, Selahattin Demirtaş û Sirri Sureyya Onder wezîfedar bûye.
Her weha ceza li rojnamgeran û mafparêzan biriye.
Derbarê Akin Gurlekî de
Herî dawî serokatiya heyeta 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê kiriye. Hem di vê dadgehê de û hem jî di dadgehên ku berê lê hatibûn wezîfedarkirin, bi biryarên xwe yên nakok gelekî derketiye pêş.
Di salên dawî de bi gelek dozên siyasî yên girîng re mijûl bûye.
Di dozên Akademîsyenên Aştiyê de wezîfedar bûye û ceza biriye. li parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) zêdetirî 159 sal ceza birîye.
Li Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş ji ber propagandaya rêxistinê 4 sal û 8 meh, li Sirri Sureyya Onder jî 3 sal û 6 meh ceza birîye.(HA/AY)