Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokkomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Soçîyê yê Rûsyayê bi serokê wî welatî Vladimir Putin re civiyaye.
Digel Erdoganî wezîrê karên derve, Mevlûd Çavûşoglû, wezîrê maliye û xezîneyê Berat Albayrak, wezîrê parastinê Hulusî Akar û wezîr ticaretê Ruhsar Pekcan li Soçîyê ne.
Ji beriya ku civîn dest pê bike Erdoganî gotiye:
“Civîna me dê ji bo herêmê hêvîbexş be.”
Rayedarên Kremlînê gotine: Hin fikrên me ji hev cida ne"
Idlib li kû ye û çima giring e?
Ji sala 2011ê ve li Sûriyeyê di navbera desthilata Esadî û mixalefetên wî de şer heye. Ji roja destpêkê ve Idlib wek çepera paşiyê tê dîtin.
8ê Tebaxê hikûmeta Beşar Esadî bi belavokan diyar kir ku ew bi ser ketiye û “şer bi dawî hatiye.”
Idlib li kû ye?
60 Kîlometreyan nêzîkî Helebê ye. Li Başûrê Efrînê ye. Bajarê kevin yê bi navê Ebla li Idlibê ye. Ebla B.Z.(Ji beriya zayinê) 3 hezar salan hebûye û di salên 1800-1650 de bûye navendeka giring.
70 hezar çekdarên mixalif
*Tê texmînkirin ku niho li Idlîbê ji 70 hezaran zêdetir çekdarên mixalif hene. Texmînî 2 milyon sivîl hene.
Welatiyekê ji Idlîbê yê bi navê Omer Ebû Anas ji kovara TIMESê re gotiye.
“Vê carê divê mizakere neyêne kirin. Heta ketina çekdarê paşiyê jî divê şer bê kirin.”
Sûriye, Tirkiye, Rûsya
*Hikûmeta Sûriyeyê çekdarên xwe ji bo operasyoneka mezin li bakurê Sûriyeyê kom kirine. Rûsya, Tirkiye û Îranê ji bo piştgiriyê hêzên xwe rêkirine dora bajarî.
*Artêşa Sûriyeyê daye zanîn ku wê 10 keştîyên şerî û 2 keştiyên noq-av li Behra Spî di amadebaşiyê de ne.
Çekên Kîmyayî
Neteweyên Yekbûyî daye zanîn ku ji ber şerî bi milyonan kes dê koç bikin. Dibe ku koçber li ber sînorê Tirkiyeyê kom bipengin. “10 hezar terorîst dê beşdarî şerî bibin çêdibe artêşa hikûmeta Sûriyeyê û hêzên dî gaza klorê bi kar bihînin.”
12 noqteyên çavdêriyê
Artêşa Tirkiyeyê li herêma Idlibê 12 noqteyên çavdêriyê çêkirine.
(HK/MB)
Wêne: AA