Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê li Serokwezîr Binali Yildirim, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçeli û Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destici geriya û ji ber encamên referandûmê ew pîroz kirin, daxwaz kir ku encam li xêra milet be.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê saet di 19.55ê de rêjeya sindoqên li derve û li nava welêt nebûne sedî 96,83ê ye. Li gorî van encaman sedî 51,45 erê, sedî 48,55 na derket.
Yildirim spasiyên xwe pêşkêş kir
Serokwezîr Binali Yildirim piştî ku encamên hilbijartinê yên ne fermî ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) hatin aşkerekirin, li Navenda Giştî ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) axavtina şaneşînê kir.
Yildirim spasiyên xwe li gel ji bo welatiyên beşdarî hilbijartinê bûn, kesên li ser sindoqan kar dikirin û kesên karên ewlekariyê dikirin ji bo yek milyon û 200 dengdêrên cara pêşîn dengên xwe bikar anîn jî pêşkêş kir.
(NV/FD)