Erdogan bi Trump re axivî
Serokkomar Tayyîp Erdogan bi Serokê DYA’yê Donald Trump re li ser telefonê hevdîtin kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li sermijarên pêwendiyên siyasî, Xeze, Venezuela û mijarên kûrewî hatiye axaftin.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê têkildarî hevdîtinê daxuyanî da û got:
“Her du lîder, li ser têkiliyên siyasî yên di navbera Tirkiye-DYA’yê de, hevkariya di qada pîşesaziya parastinê, gavên ku dê di mijara aborî de bên avêtin, Xeze, Venezuela û mijarên kûrewî de axivîn.”
Erdogan, piştî civîna qebîneyê axivîbû û gotibû ku di hevdîtina ser telefonê de têkildarî geşedanên li Venezuelayê nirxandine. Erdogan, got:
“Li dinyayeke ku li şûna hêza hiqûqê, hiqûqa hêzê lê serwerde de tu caran krîz, pevçûn kêm nabin. Weke Tirkiyeyê em ne li herêma xwe ne jî li devereke din a cîhanê naxwazin alozî, kaos û rageşî hebe. Ji vê hêlê ve parastina pergala navneteweyî ya xwe dispêre qaîdeyan girîng e. Me mijara Venezuelayê di civîna qebîneyê de bi hûr û kûr nirxand. Di hevdîtina Serokê Amerîkayê birêz Trump re de jî me hesasiyetên welatê xwe parve kir. Me got ku divê îstîqrara Venezuelayê neyê xerakirin. Tirkiye û miletê Tirk dê di têkoşîna refah, aramî û pêşketinê de bi gelê Veneuzelayê re be.”
(AB/AY)