Serokê Giştî yê AKPê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Turkeviyê ya New Yorkê ku duh (25'ê Îlonê) ji bo 79emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) çûbû Amerîkayê, bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re hat civîyan.
Erdogan pirtûka xwe ya bi navê "Daha Adil Bir Dünya Mümkün" diyarî Paşînyan kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, di hevdîtinê de asayîkirina navbera Tirkiye û Ermenîstanê û pêvajoya aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de hatiye gotûbêjkirin.
Pêvajoya diyalogê
Erdogan di hevdîtinê de diyar kir ku Tirkiye piştgiriyê dide avakirina aştiya mayînde ya di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de û di heyama nû de di navbera her du welatan de dostaniyeke saxlem bê avakirin û ji bo asankirina vê yekê jî hewldan berdewam dikin.
Her wiha hat gotin ku Erdogan piştgiriya xwe ji bo dewamkirina pêvajoya diyalogê nîşan daye û diyar kir ku di navbera Tirkiye û Ermenistanê da ji bo normalîzekirina bê şert û merc pêşketineke girîng çêbûye.
Paşînyan piştî hevdîtinê ji Turkeviyê derket.
(TY/AY)