Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomar Recep Tayyip Erdogan ligel Serokê Giştî yê AKPê Binali Yildirim, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli re civîn li dar xistin. Civîn bêhneke ewil bi dawî bû.
Civîn saet 14:00an de dest pê kir û 2 saet û 40 deqîqe kişand. Derbarê civînê de ti daxuyanî nehat dayîn.
Hat ragihandin ku di saet 18:00an de wê Lijneya Wezîran bi serokatiya Erdogan de bicive.
HDP nehatibû gazîkirin
Serokomar Erdogan ji bo helwesata wan ê li dijî hewldana derbekirinê spas ji wan re bike, serokê serokê her sê partiyên di meclisê de ne gazî hevdîtinê kiribûn, lê HDP nehatibû gazîkirin.
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş bertek nîşanî wê yekê da û got: ‘Gazînekirina partiya nûnerê girseya ku di nav civakê de pirsgirêka sereke dijî, nîşanê me dide ku li Tirkiyeyê pirsgirêk wisa hêsanî çareser nabe.’
(ÇT/YO)