Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî gotiye: "Nêzî 200-250 hezar penaber ber bi sînorên me de tên. Em bi hin tedbîran dixwazin rê lê bigirin lê ne karekî hêsan e, lewra yên hember mirov in."
Erdogan li avahiya Serokomariyê di Sempozyuma Bajar û Ewlehiyê da axiviye. Erdoganî gotiye, êdî derbasî pergaleke wisa bûne ku ewlehiya bajaran ji derva da bi sûr û xendekan û di hundir da jî ewlehiya bajaran bi saya hêzên ewlehiyê nayên parastin.
Erdoganî diyar kiriye ku heger bi pey hesabên biçûk bikevin wê bêbextiyê li bajarên xwe bikin û wiha gotiye: "Pêwistî bi helwesteke biryardar heye. Bi mîmariya bilind em ê bêbextiyê li bajarên xwe bikin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Erdoganî di axaftina xwe da nirxandin derbarê welatên Rojava de kiriye û wiha gotiye: "Ez rasterast û bi eşkereyî dibêjim, ev hê rojên xweş in. Wê misûbetên mezin bên serê wan. Çima? Çiqas bûyerên terorê û baronên wan hene ku ji bona pirsgirêka ewlehiyê gef û talûke ne bi rêxistinên terorê yên li cem me ra dixebitin."
Erdoganî destnîşan kiriye ku nêzî 200-250 hezar penaber alî sînorên wan va tên û got ku em bi hin tevdîran dixwazin rê lê bigirin lê karekî hêsan nîne, lewra yên hember mirov in û wiha dewam kir: "Tirkiyeyê 4 milyonê wê Sûriyeyî bi tevahî ji 5 milyonî zêdetir kesên ku li 81 bajêran belav bûne ra hembêza xwe vekiriye, bawerdêriya hesasiyeta mirovî ya kesên ku li bajarên xwe biyaniyan naxwazin jî namîne." (DB/FD)
Fotograf: Ajansa Anadolûyê