Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ragihandiye ku ji 1914 zarokên ku di erdhejên 6ê Sibatê de di bin kavilan de mane û hatine derxistin jê 1808 zarok radestî malbatên wan hatine kirin.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê Twîtterê yê Wezaretê hatiye dayîn de hatiye diyarkirin 1914 zarokên ku ji bin kavilan hatine derxistin tomarkirine û piştî kontrola nasnameyan û tesbîtkirina nasnameyan 1808 zarok radestî malbatên wan hatine kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku 71 zarok di bin çavdêriya saziyê de ne û ji wan nasnameya 16 zarok hêj nehatine tespîtkirin.
Hatiye ragihandin ku pêvajoya dermankirina 26 zarokan li nexweşxaneyan ji nêz ve tê şopandin û 9 zarokên ku di qeydên Wezaretê de bûne, dema li nexweşxaneyê dihatin dermankirin mirine.
Her weha di encama xebat û lêkolînên Rêveberiya Karesatan a Sîstema Zanyarî ya Malbatan de mirina 514 zarokan tespit bûye.
(AO/AY)