*Mereş, Fotograf: Ferid Demirel / bianet
Piştî erdhejên 6ê Sibatê Xebatkarên Saziya Çanda, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) bi mehan li herêma erdhejê man û ew jî wek gelek sazî û rêxistinên sivîl û çandî çûne bi hawara gel ve. Saziya jinan KASED di roja erdhejê ya dûyemîn de li bajarên erdhejê bûn. Ji wê rojê heta niha jî gelek xebatkarên wê hê li herêmê xebatên xwe yên ji bo alîkariyê didomînin. Têkildarî rewşa jin û zarokên li van bajaran dimînin û rewşa jinan a di kêliya erdhejê û piştî erdhejê de raporek amade kirin. Rapora ku derbarê jin û zarokan de bal kişandiye ser xalên girîng di 25ê Adarê de jî bi raya giştî re parvekirin.
Endama KASEDyê Saliha Ayatayê li ser rewşa jinan, naveroka raporê û xebatên KASEDyê yên ji bo herêma erdhejê bi bianet kurdiyê re axivî.
*Salîha Ayata, Endama KASEDyê
Hûn wek saziyeke jinan bi jinên li bajarên erdhejê re hatin gel hevdû û we raporek jî parve kir. Çavderiyên we yên li heremê çibûn?
Di destpêka erdhejê em li Amedê bûn û du rojên ewil me hewl da ku em rewşê fêm bikin. Amed bajareke rêxistinkirî bû, ji ber vê zû xwe kom kir. Piştî du rojan me jî wek saziya KASEDyê berê xwe da bajarên din. Me karbeşîyek çêkir û em li 5 bajaran belav bûn. Ji xwe wek hûn jî dizanin nêzî bîst rojên ewil li bajarên erdhêjê dev ji xwarinê berdin, av û serşok jî tunebûn. Rewşeke pir xirab hebû. Gelek mirov di binê wan kavilan de di sekeratê de bûn û yên li derve li bendî wan bûn jî trawmayeke mezin dijîyan. Herêm pir mezin bû û bi dehan dildar hebûn ku dixwestin tiştan bikin. Lê hilweşandin pir zêde bû, kesên ku can dayî û di bin kavilan de mayî pir zêde bûn. Mixabin trajedîyeke pir mezin li heremê dihat jîyîn, lê desthilatdariya heyî, kesên hewcebû bikeve nav liv û tevgerekê, bi ti awayî me ji roja duyem heta 20 rojan jî ti kes ji wan li wir nedît. Tenê dildarên wek me hebûn. Wek din ji desthilatdariyê ti kesî ti gav neavêt.
“Bandora herî mezin li jinan bû”
Tenê ji ber rolên zayendî, bi deh hezaran jin û zarok di bin kavilan de man? Tespîtên KASEDyê yên di vê mijarê de çi ne?
Me di raporê de jî anî zimên ku mixabin gelek jin di kêliya erdhejê de ji bo bi hawara zarokên xwe ve herin dibin kavilan de man. Ev jin bigiştî li odeya zarokên xwe hatin dîtin. Gelek jin di kêliya erdhejê de ji bo serê xwe bigrin, an etek, çakêt li xwe bikin ketine heyra kincan û bi wî awayî derfet nedîtin ku canê xwe xelas bikin. Bi nêzîkatiyeke ku dê çawa zarokên xwe, kesên berastengdar, pîr û kal, amûrên malê û eşyayên malê hewldane xelas bikin ango biparêzin. Ev mînak bi serê xwe ji xwe wan rolê zayendperest ên civakî datîne ber çavan.
Di şert û mercên heyî de ji xwe li her qadeke jiyanê, hêj zayendparêzî pir xurt e û gelek peywir li ser jinan tê ferzkirin. Ji ber wan peywiran, jinan ya berê xwe dan cil û bergên xwe an jî çûn odêyên zarokên xwe ku wan xelas bikin. Di rola malbatê de hemû berpirsiyarî li ser jinan hatiye ferz kirin. Ji ber wê, mêr pir bi rehetî rûyê xwe didin derî û di wê kêliya erdhejê de derkevin. Lê jin wek mêran nikarin di carekê de ji mal derkevin. Ji ber vê, herî zêde bandora wê li jinan bû.
“Mijara ewlehiyê hê xerabtir bû”
Piştî erdhejê li van bajaran bûyerên taciz, tecawiz û tundiyê jî ketin rojevê. Derbarê vê mijarê de çi agahî li ber destê we hene?
Em zêdetir xebatên çand û hunerê dikin ji bo ku jin di warê hunerê de pêş bikevin. Em hewl didin ku bi piştgiriyan, wan xurt bikin. Lê di mijara erdhejê de me berê xwe da xebatên psikososyal jî. Bi piştgiriya sazîyên jinan ku piranî li ser trawma û tundiyê dixebitin, em gihaştin hin encaman. Yek ji mijara herî sereke derdikeve holê cureyên tundiyê ne. Herî zêde jî di konbajaran de êdî tundiya li ser jinan zêdetir dibe. Ew jinên ku berê di navbera çar dîwarên malan de rastî tundî, taciz û hwd dihatin niha jî li konbajaran, tundiya li ser wan berdewam dike. Gelek jinên ku ji hevjinên xwe veqetiyane û biryara tedbîrê yan jî ya dûrxistinê ku dadgehê dayî, dubare bi metirsiya tundiyê re rû bi rû hatine hiştin.
Hê jî mirov nikare bi daneyên zelal biaxive lê me hemûyan di nûçeyan de dît ku hêj 20 rojên ewil mêrekî ava kelandî rijand ser jinekê û bi dehan mînakên wisa bûn rojev û nûçe. Ji xwe jiyana heyî ji bo jinan ne bi ewle bû. Piştî erdhejê mijara ewlehiyê hê xerabtir bû. Mirov dikare bêje ku erdhejê jî tundiya li ser jin û zarokan neda sekinandin. Jin bi hezaran salan e ku ji aliyê vê hişmendiya mêrperest ve tunne tên hesibandin. Karesat jî tundiyê nadin seknandin.
“Kon, konteynir û mal, yek ji wan jî jinan naparêz in”
Di vê pêvajoyê de ya ku hûn li herêmê bûn û li heman konbajaran diman, çi metirsî li pêşiya jinan hebûn, jin rastî kîjan zahmetiyan dihatin li van ciyan?
Bi rastî jî hema bêjin bi deh rojan em bi xwe jî me nikarîbû peşkek av li serê xwe bikira. Ev 2 meh in malbatên ku naxwazin dev ji cih û warê xwe, malên xwe berdin di bin şert û mercên giran de li konbajaran dimînin. Gelek malbat ji wan,, ji xwe hê konên wan jî tine ne. An di malên xwe yên ziyaneke mezin gîhaye wan de dimînin an jî bi derfetên xwe kon ji xwe re çêkirine. Me di raporê de jî bal kişande ser mijarê ku ji ber kon pir zêde nêzî hev in, cihên jin karîbin kincên xwe biguherînin, avekê li serê xwe bikin an şîr bidin zarokên xwe, nînin. Li gor daneyên UNFPA (Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî) li bajarên erdhejê niha 226 hezar jinên dûcanî hene û ji van 25 hezar jin di meha Adarê de wê zarok ji wan re çêbibin. Ev trawma û stresa piştî erdhejê, bi van jinên dûcanî re her diçe zêdetir dibe. Ji xwe em qala amûr û pêdiviyên jinan ên wek pêdên hijyenik û bi dehan tiştên din nakin. Kêm be jî ji roja ewil a erdhejê ve ev hatin rojevê. Lê hê jî li konbajaran jin di van mijaran de zahmetiyên mezin dikşînin.
Di xebata me ya kargehên hunerî de, endamên me jî anîn zimên ku gelek jinan gotine ‘em di konbajaran de bi şev nikarin razên, baweriyame nema ye’. Kon, konteynir, mal, jinan naparêzin. Tundî di her kêliya jîyanê de ye û di hûndirê wê trawmayê de hert tişt kûrtir dibe. Hewceye tedbîrên baş û jinparêz werin girtin. Bi dehan jin di zewaca xwe de hatibûn asta hevduberdanê, lê ji ber erdhêjê, niha mecbur in bi hev re bimînin. Em ê çawa bizanibin ku jiyana wan dê bi ewle be?
“Em ê bernameyekê bi jinên herêmê re çêbikin”
KASED piştî erdhejê karên xwe yên çand, huner û wêjeyê niha li herêma erdhejê bi projeya bi navê Gerok MAyê re didomîne. Xebatên saziyên çand û hunerê dê çiqas bibin alîkar ji zarokên li van bajaran re?
Misyona KASEDyê gelek girîng e. Ji bo jin û zarokan ava bûye. Her çiqas mijara sereke pêşîvekirina çand û hunerê be jî gelek mijarên civakî jî di hundirê xwe de dihewîne. Me bi Gerok MAyê re demek dirêj e dest bi kargehên hunerî kiriye. Lê di pêşerojê de em ê wek KASEDyê tenê bi endamên xwe re jî herin qadê û bi saziyên li ser psikokososyal dixebitin re hevpar kargehan li dar bixin. Plansaziya me demdirêj e û endamên me hemû dem bi dem ji bo xebatên bi jin û zarokan re diçin herêmê û tên. Niha jî endamên KASEDyê yên dengbêj li Semsûrê ne. Ji bo bernameyeke bi jinên herêmê re dê bên gel hevdû. Bi van xebatên vî rengî bêguman em ê hewld bidin ku birînên jin û zarokên ji erdhejê bandor bûyî derman bikin.
(BK/FD)