Erdheja Kolombiyayê: 331 kes mirin, 4439 kes birîndar bûn
Yekîneya Rêveberiya Rîska Karesatan a Neteweyî(UNGRD) derbarê rewşa dawî ya erdheja bi mezinahiya 7,4an daxuyaniyek da.
Hat aşkerekirin ku hejmara kesên di erdhejê de mirine 2 kesên din zêde bûye û derketiye 331an.
Hejmara birîndaran 4 hezar û 439, hejmara kesên winda 240 û hejmara kesên ku ji bin kavilan sax hatine derxistin jî 364 e.
Hikûmeta Kolombiyayê ji bo ku têkoşîna li dijî hilweşîna ji ber erdheja bi pileya 7,4an hêsantir bibe, "rewşa lezgîn a aborî, civakî û ekolojîk" ragihandibû.
Fon hatibû ava kirin
Serokkomarê Kolombiyayê Abelardo de la Espriella di daxuyaniya xwe ya 18ê Tebaxê de diyar kiribû ku erdhejê li gorî daneyên pêşîn bi qasî 9,5 milyar dolarî zirar daye.
De la Espriella ragihandibû ku ji bo birêvebirina pêvajoya jinûve avakirinê bi navê "Fonda Mucîzê" (Fondo Milagro) foneke nû hatiye ava kirin.
Hikûmet plan dike ku ji bo malbatên ku malên xwe winda kirine arîkariya kirê, hêsankariya di xizmetên giştî de, piştgiriya xaniyên nû û çêkirina wan peyda bike.
De la Espriella dabû zanîn ku ji 26ê Tebaxê pê ve ji bo sê mehan dê mehane 875 hezar û 452 peso (nêzî 285 dolar) alîkarî ji malbatên ku malên wan hilweşiyane an jî êdî nayên bikaranîn re bê kirin.
(EMK/AY)