Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di 21ê Kanûna Pêşiyê de Erdem Mûhîrcî hatibû girtin. Mûhîrcî îro bi şertê kontrola edlî hat tehlîyekirin.
Bi Rewşa Awarte, Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de hatin derêxistin, bi biryarnameyekê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê hat girtin. Erdem Mûhîrcî jî tê de 8 xehatkarên Dîcleyê hat girtin.
Doz li Dadgeha 2. a Cezayên Giran a Wanê hat birêvebirin. Di rûniştina yekem de, Erdem Mûhîrcî bi şertê kontrola edlî hat serbestberdan. Mûhîrcî bi sûcên “endambûna rêxistinê” û “piştgirî û cihdana rêxistinê” dihat sûcdarkirin.
Mûhîrcî: Ez ê berdewam binivîsim
Erdem Mûhîrcîyî eşkere kir ku di girtîgehan de girtî di halê gelek xerab de ne. Wî got ew ê ji bo nivîsînê berdewam be.(EA/MB)
Me ev nûçe ji Gazete Karinca û Evrenselê berhev kiriye.