Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Doğan Erbaş, Hevserokê berê yê Stenbolê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kasim Obayê HDPyî jî tê de 12 rêveberên HDPyê, îro li 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hatin dadkirin.
HDPyî bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” tên dadkirin. Dogan Erbaş û Kasim Obayê girtî û gumanbarên din li gel parêzeran beşdarî danişînê bûne.
Parêzer Banû Guverenê diyar kiriye ku serdegirtin û lêgerîna li ser avahiya HDPyê ya Stenbolê bêhiqûq bû û daxwaza berdana muwekilên xwe kiriye.
Dozgerî jî gotiye ew nêrîna xwe ya derbarê dosyayê de dubare dike û ew ê di danişînên pêşiyê de biryarê bide bê ka wê vê nêrînê biguherîne yan na.
Piştî navberê dadgehê biryar daye ku Erbaş û Oba bên berdan.
Doz wê 14ê Gulana 2019ê berdewam bike. (EKM/FD)