Fotograf: Sirvart Melikyan, Hakan Akay, Kakşar Oremar
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Enstîtuya Çandê ya Kurdî Almanî (Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut)mafê weşandina hemû berhemên hunermendê navdar, Aram Tîgranî wergirtiye.
Enstîtuya ji bo vê, bi Sirvart Melikyan, hevjîna Aram Tîgranî re peymanek îmze kiriye. Bi vî awayî mafê weşandina hemû berhemên Aram Tîgranî bûye aîdê Enstîtuyê.
Melikyanê ji bo vê gavê got ku bi vê peymanê mafê weşandin û parastina berhemên Aram Tîgranî, di qada navnetewî de ketiye destê Enstîtuya Çandê ya Kurdî Almanî. Melikyanê bang li wan şîrketên muzîkê kir ku bê destûr berhemên Aram Tîgranî weşandine. Melîkyanê got ku bila wan berheman bi şûn de bikişînin û wiha dewam kir:
“Wesiyeta Aram Tîgranî li min hemû ku ji bo ez hemû mafên wî bi awayekî rast biparêzim û nûnertiyê bikim. Bi vê peymana ku me bi Enstîtuya Çandê ya Kurdî Almanî re îmze kiriye me gaveke girîng di vê merheleyê de avêt.”
“Em dixwazin Weqfa Aram Tîgranî li Rojavayê vekin”
Sirvart Melikyanê her weha got, ew dixwaze bi Enstîtuyê re li Rojavayê weqfekê li ser navê Aram Tîgranî vekin ku ev tişt armanca sereke ya Aram Tîgranî bûye.”
Hakan Akay, Midûrê Enstîtuyê jî diyar kir ku ew ê restorasyona hemû berhemên Aram Tîgranî ji hêla dengî ve bikin. Her weha nivîskar û lêkolîner Karşar Oremar wê biyografiya Aram Tîgranî bi berfirehî binivîse û Enstîtu tevlî berhemên wî wê vê weke katalogekê çap bike.
Derbarê Aram Tîgranî de?
Aram Tîgran di sala 1934an de li Qamişloyê ji dayik bûye. Bi eslê xwe ermen e. Bi gelek zimanan stranên xwe vegotiye û 55 salan li ser muzîkê xebitiye.
Stranên wî yên bi zimanê erebî, kirmançkî, kurmancî, suryankî, tirkî û ermenkî hene. Bi saya bavê xwe kêfa ji muzîkê re hatiye û eleqeya wî çûye ser. Di 9 saliya xwe da dest bi lêdana ûdê daye.
Piştî sala 1966an çûye Yerîvan, paytexta Ermenîstanê û li Radyoya Yerîvanê 18 salan xebitiye. 1995an da mala xwe biriye Atînayê û jiyana xwe li wir domandiye.
Li ser muzîka kurdî şêwazekî bi navê Aramî ava kiriye. Şêwaza ku ava bûye dişibe muzîkên koroyê ên Ermenan.
Heta sala 1984an li radyoya Yerêvanê xebatên xwe domandiye. Albuma xwe ya 14emîn di 74 saliya xwe da weşandiye û 2009an li Atînayê ji nîşkeva nexweş ketiye û roja 8ê Tebaxê li wir miriye.
Wasîyeta wî ya ku dixwast gora wî li Amedê be, ji hêla desthilatdarê ve hatiye astengkirin û li Amedê nehatiye binaxkirin. Gora wî li Brukselê, payîtexta Belçîkayê hatiye çêkirin û axa ku ji Amedê birine li ser gora wî reşandine. (FD)