Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û rêveberên Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyê (ENKS) li herêma Tel Beyder a bakurê Hesekê civiyan.
Piştî civînê Fermandariya Giştî ya HSDê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî daye û gotiye, “Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û nûnerên ENKSê bi beşdariya DYA û Fransayê civînek li dar xistin. Di civînê de yekitiya Kurdên li Rojava hatin nîqaşkirin."
Li gorî nûçeya Rûdawê, Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif got, "Hevdîtina Mazlûm Ebdî û ENKSê erênî derbas bûye. Ji bo berdewambûna diyalogan wan li hev kirine. Biryar hat dayîn ku wê di demek nêzîk de civîneke nû di navbera aliyan de bê lidarxistin.”
Feysel Yûsif pêştir diyar kiribû ku ew ê di demeke nêzîk de ligel Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) û Mazlûm Ebdî bicivin û ew jî wek ENKSê amadene ligel Mezlûm Ebdî lihev bikin û bi şandeke hevbeş biçin Şamê. .
Feysel Yûsif her wiha got, “Mijar ne tenê çûna Şamê bi şandeke hevbeş e. Hin mijar hene ku divê em bi PYDê re li ser li hev bikin."
Pêvajoya diyalogê ya di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) de bi armanca bidawîkirina nakokiyên navxweyî yên di navbera Kurdan de ji sala 2021ê ve berdewam e.
Şanda Fransa-Amerîkayê beriya niha bi ENKS, PYNK û Mazlûm Ebdî re hevdîtinên cuda kiribûn. Armanca hewldanên wan ew e ku aliyên siyasî yên li Rojava li hev bînin û bingehek ji bo lihevkirinê çêbikin.
(AEK/AY)